Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin

Saziyên Elewiyan, bi daxwaza vekirina TV 10 ku bi biryarnameyên Rewşa Awarte re hatibû qepatkirin, cara 24'an li qada Galatasarayê çalakî lidar xistin.

Saziyên Elewiyan ku li qada Galatasarayê hatin gel hev û peyama dengê Elewiyan TV 10 ku bi biryarnameyên di Rewşa Awarte de hatibû qepatkirin nayê bêdengkirin da. Vakfa Çanda Anadolû ya Hacî Bektaş, Federasyona Komeleya Karakoçan (KARDEF), Saziya Mûnzûr a Derdor, Ji bo Aşitiyê hewldanên Jinan, Saziya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Platforma Parastina Perî Sûyû tevlî çalakiya vê hefteyê bûn. HDP a Pendîk û gelek rêxistinên demokrat piştgirî dan çalakiyê. Pankartên 'Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin' , "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin û Dengê gel TV-radyo nayên girtin" hatin vekirin û bi yek dengî 'çapmeniya azad nayê bêdengkirin, dengê Elewiyan nayê bêdengkirin' qîrkirin.

 Di çalakiyêde Serokê Giştî yê Vakfa Çanda Anadolû ya Hacî Bektaş Velî Tuncer Baş, têkoşîna welatiya wekhev didin. Baş xwest mafê gelan bê dayîn û her kes wek hev li ser vê axê bijî.

Serokê Federasyona Komeleyên Karakoçanê Alî Edebalî, jî anî ziman ku TV 10 dengê hemû gelê kurd û Elewiyan e û bi qutkirina TV 10'an deng û vîna hemû gelan hatiye qutkirin û ev yek nayê qebûlkirin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Tûrgay Ozkan bal kişand ser zilma li ser Elewiyan tê meşandin û anî ziman ku ew wê piştevaniya bi TV 10'an re mezintir bikin.

çalakî bi gotinên Elewiyan dawî lê hat.