Li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên ‘NA’ didomin

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo referandûma diktatoriyê ku wê 16’ê Nîsanê bikeve dengdanê, xebatên ‘NA’yê bi belavî didome.

ŞIRNEX

Endam û rêveberên HDP û DBP'ê di çarçoveya xebatên referandumê de li navçeyên Hezex û Silopiyê yên Şirnexê esnaf û gel ziyaret kirin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez jî di navde gelek endamên HDP û DBP’ê di serî de li navçeya Hezexê esnaf ziyaret kirin û belavokên “Na” belav kirin. HDP û DBP’î li sûkê rastî eleqeyek zêde jî hatin û welatiyan behsa zehmetiya pêvajoyê kirin. 

Welatiyê bi navê Ahmet Mete li ser serdana şandeyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku divê her kes di navbera xwe de "Na" yê bi rêxistin bike û biçe ser sindoqan. Ciwanê bi navê Halît Bîlîm jî dest nîşan kir ku pewîstî bi hatina parlementeran nîn e ji bo referandumê û wiha axivî: “Pêwîstî bi xebata "Na" nîn e ji ber ku dengê me diyar e. Em ê bi bêjin "Na". Bila her kes bizanibe ku gelê Hezexê wê hilbijartina referandumê ya 16'ê Nîsanê bi dengê xwe serkeve. Serkeftin ya gelê kurd e." 

Piştî serdana HDP û DBP’î derbasî navçeya Silopiyê bûn. Şandeya ku belavokên "Na" li gel û esnafan belav kirin di heman demê de ew vexwendin Newroza Cizîrê. 

MÊRDÎN

Li navçeya Kerborana Mêrdîn jî bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên Mêrdînê Alî Atalan û Erol Dora rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê çûn serdana esnafan. Di serdanê de cejna Newroza gel jî pîrozkirin. Dayikên bi tililiyên xwe kesên çûn serdana wan pêşwazî kirin jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.

STENBOL

Endamekî Meclîsa Fatîh a Tevgera Hezîran a Yekgirtî (BHH), ji bo ‘NA’ yê li Parka Şehremînî ya li navçeya Fatîh a Stenbolê xebat dimeşandin, ji aliyê kesekî ku bi gotina “Ez neviyê Osmaniyanim” hewl da bi kêrê êrîş bike.

Di bûyerê de ti kes birîndar nebû, êrîşkar li ser hewldanan endamên HBB’ê û welatiyên derdor ji herêmê hate dûrxistin.

 ÎZMÎR

Meclîsa Ciwanên Îzmîr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî paketa Destûra Bingehîn a ku wê 16’ê Nîsanê bê dengdan, li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê panelek lidar xistin. Di panelê de Parlemeterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, hevserokê HDP’ê yê bajarê Îzmîrê Mahfûz Guleryûz û endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Ekrem Karabey jî beşdar bûn.

Di panelê de destpêkê Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçû mafê axaftinê girt û diyar kir ku nêzîkbûna ciwanan a ji bo referandûmê dide nîşandan ku wê dengê ‘NA’ derkeve.

Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Ekrem Karabay ê ku anî ziman ku HDP’ê ala Îbrahîm Kaypakaya, Mahîr Çayan û Mazlûm Doganan dewir girtiye, diyar kir ku wê têkoşînekî layîqî wan bidin meşandin.

Hevserokê HDP’ê yê bajarê Îzmîrê Mahfûz Guleryuz jî wiha got: “Xwestin em bikevin ser çokan, lê em neketin ser çokan. Li ser vî bingehî em ê 21’ê Adarê Newrozê pîroz bikin, divê bi ruhê ciwantiyê em dakevin qadan. Em di Newrozê de sîleyek xurt li AKP’ê bidin. Em ê vê referandûmê bi ‘NA’yê tacîdar bikin.”

MERSİN 

Jinên li Mêrsînê li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê di çarçoveya xebatên referandumê de nanê "Na" belav kirin. Jinên ku bi piraniya wan ereb û elewî bûn, li taxa Karaduvarê kom bûn û her komek li kolanekê nanê "Na" belav kirin. Jinan nêzî 3 hezar nan li malan belav kirin û xwestin bibe wesîleya xêrê. Jinên ku li Parka Cumhuriyetê kom bûn, li ser torbeyên nan nivîsa "Bila bibe wesîleya xêrê" (Nayê) nivîsandin û li welatiyan belav kirin. Dema jinan li taxan nan belav kirin rastî eleweyek mezin hatin. Jinan dema nan belav kirin, diyar kirin ku bila nan bibe wesîleya "Na" û wesîleya xêrê. Jinan der barê çima dibêjin "Na" bi welatiyan re sohbet kirin û xwestin ji bo parastina pêşeroja demokratîk û azad her kes bêjin "Na".

ENQERE

Jinên ku anîn ziman ku nan kede û ji bo ev ked neyê windakirin divê her kes bêje ‘NA’. Endamên Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Anadolû )AKA-DER) û Partiya Kedkarên Sosyalîs (ESP) ên ku li Kolana Konûr a Enqerê belavokên ‘NA’ belav dikin, polîsan mudaxeleyî wan kirin. Di dema mudaxeleyê de 11 ciwan hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin şandin Midûryeta Emniyetê ya Çanakalayê.

EDENE

Hevparên ‘Edene Dibêje NA’, di çarçoveya xebatên ‘NA’ de li pêşiya Pastaxaneya Cemalpaşa hatin cem hev, heta Rêya Ataturkê ji bo gel belavokên ‘NA’ belav kirin. Hinek Edeneyiyên ku belavokên Na girtin diyar kirin ku rêjeya ‘NA’ ya li Edeneyê wê bilind be, anî ziman ku wê bi hev re ji “Li dijî yek kesî wê biçin ser sindoqan û bêjin ‘NA’.Girseya ku ji du baskan ve li ser Rêya Ataturk belavok belav kirin, li Çerxerêya Dortyolê dawî li belavkariyê anîn.

ANTALYA

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Antalyayê, di çarçoveya xebatên ‘NA’ de li cihê Sûka Guneş û Habîbyan Cumartesî ya navçeya Kepzeyê belavokên ‘NA’ belavkirin, çima wê di 16’ê Nîsanê de bêjin ‘NA’ ji bo gel vegotin.