BI DÎMEN

Mûslîm: Serkeftin û serfirazî wê ya gelê Kurd be

Bi deh hezaran mirov tevlî pîrozbahiya Newrozê a li Frankfûrtê bûn. Di pîrozbahiyê de Hevserokê PYD'ê Salih Mûslîm axivî û diyarkir ku li rêxmê hemû êrîşan jî berxwedanek mezin heye û got: "Bila ti kes mereq neke; serkeftin û serfirazî ya me ye."

 

 

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê bi deh hezaran kes, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê Cejna Newrozê pîroz dikin.

Kurdên ku li Elmanyayê dijîn, ji bo ku Cejna Newrozê pîroz bikin li bajarê Frankfûrtê lihev civiyan. Pirozbahiya Newrozê ku ji aliyê Rêxistina Kurdan a herî mezin a Elmanyayê NAV-DEM'ê ve hate organîzekirin, bi dirûşmeyên 'Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statû' û 'Li dijî Mêtingerî, qirkirin, dîktatorî û faşîzmê re Na' tê pîrozkirin.

Kurdistaniyên ku di seatên sibêhê de hatin bajarê Frankfûrtê, ji du aliyên ku Zer û Kesk ve ber bi qada Newrozê Europa-Alle ve dest bi meşê kirin. Piştî meşa saetekê gihiştin qada mîtîngê.

Posterên Ocalan, alên PKK, KCK, HPG, YPJ û PYD’ê yên ku beriya demekê li Elmanyayê hatibûn qedexekirin qada Newrozê xemilandibû, bi dehezaran bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî Newroz” qîr kirin.

Pîrozbahî bi koroya zarokan a TEV-ÇAND’ê bi xwendina Sirûda Netewî ‘Ey Raqîb’ ve destpê kir. Di destpêkê de Hevserokên NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan û Fatoş Goksûngûr kirin û Cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kir, li dijî hemû zext û çewisandinan banga têkoşînê kirin.

 ‘EM JI BO MIROVAHIYÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞER DIKIN’

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslîm jî di axaftina xwe de, qedexekirina sembol û nîşaneyên Kurdan a li Elmanyayê rexne kir û got: “ Ya ku bê qedexekirin en al û sembolên me ne, alên Tirkiye û alên terorîzmê ne. Ji ber ku em li Rojhilata Navîn en tenê ji bo xwe, ji bo hemû mirvahiyê li gel DAIŞ’ê û terorîzmê şer dikin. Berxwedana me ji bo Ewropayê ye, ji bo Rojava ye, ji bo hemû mirovahiyê ye. Em van qedexeyan şermezar dikîn.”

Mûslim di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Kurdan û wiha pê de çû: “Di dîrokê de ti demê ev qas êrîş, îxanet û berxwedan zelal nebûye. Îro her tişt li ber çavan û zelal e. Ji bo vê Newroz ku di van deman de tê pîrozkirin ji her demê bi wate û girîngtire. Em îro her kesê nas dikin, dijmin û dostên xwe baş nas dikin. Dijminê me har û dîn bûye, ji her alî ve êrîşî Kurdan dike. Lê tevî van hemû êrîşan jî berxwedanekî bê hempa û dîrokî heye. Bila ti kes mereq neke; serkeftin û serfirazî ya me ye.”

Pîrozbahî didome…