Newroz li Parma, Nantes, Înnsbrûck û Lûganoyê hat pîrozkirin
Cejna berxwedanê Newroz li bajarê Parma yê Îtalyayê, bajarê Nantes ê Fransayê, bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê û bajarê Lûgano yê Swîsreyê hat pîrozkirin.
Cejna berxwedanê Newroz li bajarê Parma yê Îtalyayê, bajarê Nantes ê Fransayê, bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê û bajarê Lûgano yê Swîsreyê hat pîrozkirin.
Cejna berxwedanê Newroz li bajarê Parma yê Îtalyayê, bajarê Nantes ê Fransayê, bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê û bajarê Lûgano yê Swîsreyê hat pîrozkirin.
PARMA: Newroz li bajarê Parma yê Îtalyayê ji aliyê bi sedan Kurdistanî û Îtalyayiyan ve hat pîrozkirin. Girseya gel danê êvarê li meydana aştiyê ya Parmayê li hev civiya û pankartên bi nivîsa "Vîna Newroz", "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", "Tirkiyeyê boykot bikin", "Erdogan destê xwe ji Kurdistanê vekişîne" vekir. Tevî alên PKK, YPG-YPJ'ê wêneyên Ocalan hatin hildan û gel bi meşaleyan heta meydana Annûnzîata meşiya. Li vê meydanê jî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, agirê Newrozê hat dadan. Piştre peyama Rete Kurdistan a li ser Newrozê hat xwendin û Koroya Gel a Parma (Malfottorî) hunera xwe pêşkêş kir. Heysam Allavî jî helbest xwend û Bûfo bi stranên xwe reng da pîrozbahiyê. Di pîrozbahiyê de Alîkariyê Şaredarê Parma jî amade bû û silav da beşdaran. Ji Partiya Komunîst a Îtalyayê Ettore Manno jî axivî. Manno hemşehritiya rûmetî ya Şaredariya Parma ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand. Girseya gel ev yek bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" pêşwazî kir. Di pîrozbahiyê de saziyên weke Navenda Çanda Kurd a Modena, Art Lab, Cîac, FAI Parma, PCI, RIfondazîone, Cîgno Verde, Coop.Avalon, Malfattorî, Teatro Festîna, Parma Antîfascîsta, Italîa -Cuba, Sînîstra per Fîorenzûola, Jambo Fîdenza û sendîkaya USB amade bûn.
NANTES: Kurdistaniyên li rojavayê Fransayê dijîn, Newroz li bajarê Nantesê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de qadên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin. Pîrozbahî li salona Salar Festîve Nordê pêk hat û piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûrat Ceylan axivî. Ceylan da xuyakirin, ku Newroz berxwedan û serhildan e û bal kişand ser referandûma meha Nîsanê. Ceylan anî ziman, AKP-MHP bi referandûmê re dixwazin dîktatoriya xwe ya şexsekî mayînde bikin û bang li her kesî kir, ku li ber vê yekê rabin, biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin." Li dû axaftinan sînevîzyon hat nîaşndan û bi dorê Hozan Alî Gul, Bêrîvan Arîn, Ozlem Baglayan, Serhado, Hozan Aydin û Grûp Şengal derketin ser dikê.
ÎNNSBRÛCK: Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê jî Newroz li qadeke vekirî hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Ciwanên Azad-Tîrol ve hat organîzekirin, li meydana Landestheaterê pêk hat. Piştî ku agirê Newrozê hat dadan, girseya gel govend gerand.
LÛGANO: Newroz li Kantona Tîcînî ya Swîsreyê jî hat pîrozkirin. Zêdeyî 400 Kurdistanî û dostên wan li salona Lûgano Capanno do Pregassanayê li hev civiyan. Hunermendê rojavayî Dara û Ferhat Tûnç jî di nav de gelek hunermend derketin pêşberî girseya gel û hunera xwe pêşkêş kirin. Qisekeran jî bang li hilbijêran kirin ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin.