Taşdemîr: 16’ê Nîsanê em ê azadiyê diyarî bikin
Taşdemîr piştî rûniştina Konca a HDP’yî daxuyanî da û got, dadgeh bi dîrektîfa AKP’ê biryaran distînin û got, ‘’16’ê Nîsanê em ê ji vê sîstema zordar e bibêjin, ‘NA’ û azadiyê diyarî bikin’’.
Taşdemîr piştî rûniştina Konca a HDP’yî daxuyanî da û got, dadgeh bi dîrektîfa AKP’ê biryaran distînin û got, ‘’16’ê Nîsanê em ê ji vê sîstema zordar e bibêjin, ‘NA’ û azadiyê diyarî bikin’’.
Berdevaka Meclîsa Jinê ya HDP’ê, Wekîla Sêrtê Besîme Konca duh bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştibû bû, dadgehê biryara domdariya girtina wê da. Wekîla Agirî, Berdevka Meclîsa Jinê Dîlan Dirayet Taşdemîr gelek wekîl, hevserokên Bajêr û Navçeyên Êlih, Amed, Sêrtê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
‘DADGEH BI DÎREKTÎFA AKP’Ê BIRYARÊ DIDIN’
Berdevka Meclîsê ya Jinê Taşdemîr li ser navê şandeyê axivî û got: ‘’Helwesta dadgehê ti têkiliya xwe bi hiqûqê re nîn e. Bi temamî di bin nîrê desthilatdariya siyasî de ye, li gorî dîrektîfên serweriya siyasî biryaran dide û em bi rastiya dadgeheke wiha re hevrû bûne.’’
MESAJA ‘NA’
Taşdemîr li ser referandûmê ku 16’ê Nîsanê wê were kirin jîg ot, ‘’Me jinan sond xar ku careke dî ji bo ku em hemû hevalên xwe azad bikin, ji bo Tirkiyê demokratîk bikin û aştiyê zal bikin, bi hev re 16’ê Nîsanê em ê ji vê sîstema zordar re bibêjin ‘NA’ û azadiyê diyarî bikin.’’