Li Kopenhagê şehîdên Helepçe hatin bibîranîn
Kesên ku ji qirkirina Helepçe de jiyana xwe ji dest dan li Kopenhagê hatin bibîranîn
Kesên ku ji qirkirina Helepçe de jiyana xwe ji dest dan li Kopenhagê hatin bibîranîn
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê ji bo kesên ku di qirkirina Helepçe de jiyana ji xwe dest dan bernameyek hate çêkirin. Di bernameya bîranînê de ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane û hemû şervanên azadiyê deqeyek rêzgirtin çêbû û piştre jî sînevîzyonek bi mijara qikirinê hate nîşandan.
Piştî nîşandana sînevisyonê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’ Ji Helepçe û heta niha komkujiyên li ser gelê Kurd li çar parçeyan dom kirin. Dîkatatorên ku li Helepçe û Enfalê komkujî kirin îro bi heman rêbaan li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê bi saxî mirov şewitandin. Bedana mirî ya Dayika Taybet bi rojan li erdê ma. Cenazeyê Cemîla a 10 salî bi rojan di dolaba qeşayê de ma.
Bername bi helbestên yek ji şahidê komkujiya Helepçe helbestkar Xalê Heman û vegotinên rojên komkujiyê ya Kak Rêbiwar bi dawî bû.