SYKP’yê li Berlînê standa ‘NA’ vekir
SYKP, li Berlînê xebatê referandumê didomîne.
SYKP, li Berlînê xebatê referandumê didomîne.
Partiya SYKP a hevparên KCD’ê , ji bo referanduma ku 16’ ê Nîsanê ya li Tirkiyeyê,li paytexta Elmanya Berlînê standa propagandayê vekir. Standa ku li Kottbûsser Tor a navenda Kreûzbergê hate vekirin, rastê eleqeya mezin a derdor hat. Li ser navê SYKP-Berlîn Kamber Erkoçak, daxuyanî da û ragihand ku ew ê roja 16’ê Nîsanê ji faşîzm û desthilatdariya yek kesî re bêjin ‘NA’ û ev rewşa tarî em ê berovajî bikin. Erkoçak di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Tirkiyeke ku têde were jiyan kirin xwe bi xwe çênabe. Wateya vê referandûmê ji hemû referandûma zêdetire, divê ew kesên dibêjin ‘NA’ ji kesên ku dibêjin ‘ERÊ’ zêdetir wêrek û birêxistinkiribe. Tirkiyeke din mimkûne.”
Erkoçak anî ziman ku xebatê referandumê yên li Berlînê bi stand, afîş, û serdana çayxaneya didome û eleqeyek mezin ji bo ‘NA’ heye.