Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê dest pê kir
Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê duh bi şevek li Odense dest pê kir. Heta 25'ê Adarê wê gelemperiya Danîmarkayê çalakî bên lidarxistin.
Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê duh bi şevek li Odense dest pê kir. Heta 25'ê Adarê wê gelemperiya Danîmarkayê çalakî bên lidarxistin.
Hevserokatiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Gelê Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand û bernameya Newrozê ya li Danîmarkayê, ku di navbera 18-25'ê adarê de tê lidarxistin, eşkere kir.
Di çarçoveya Hefteya Newrozê de wê li bajarên Kopenhagen, Hîllerod, Odense, Alborg, Horsens, Aabenraa, Sîlkeborg û Holstebroyê pîrozbahî bên lidarxistin. Agirê destpêkê jî li bajarê Aalborgê hat dadan. Li paytexta Kopenhagenê jî wê agirê Newrozê sibê bê dadan. Wekî din, wê li Parlamenta Danîmarkayê û li Hîllerodê resepsiyona Newrozê bê dayîn.
LI ODENSEYÊ BI ŞEVAN NEWROZÊ DEST PÊ KIR
Li bajarê Odenseyê, duh bi beşdariyeke xurt şeva Newrozê hate lidarxistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn û nûnerên Platforma NA ya Danîmarkayê û Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê axivîn.
Ûzûn qala asta gelê Kurd û destketiyên wan ên li Rojava kir û anî ziman, wê di demeke nêz de Reqa bê rizgarkirin. Ûzûn did ewama axaftina xwe de rewşa li Şengalê jî nirxand û bibîr xist, Şengal a ku di sala 2014'an de bi êrîşa DAIŞ'ê re bê xwedî hat hiştin, ji aliyê şervanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ve hat rizgarkirin.
Ûzûn diyar kir, niha jî AKP û PDK hewl didin komkujiyeke din li Êzidiyan bikin û destnîşan kir, gelê Kurd pêşî li van lîstikên wan girt.
Li ser navê HDK-Danîmarkayê jî axaftinek hat kirin û di çarçoveya referandûmê de bang alîgirên demokrasiyê kir ku dengê NA bidin.
Di şevê de her wiha hunermend Kawa, Bêrîvan Altanay, Cegerreş, Suleyman Avdila, Diyar Bekir û Yahya derketin ser dikê. Koma Govendê jî şahî xemiland.
Bernameya çalakiyên Hefteya Newrozê ya li Danîmarkayê bi vî rengî ye:
• 20'ê Adarê saet 18.00: Wê li Radhûspladsen a Kopenhagenê agirê Newrozê bê dadan,
• 20'ê Adarê saet 18.00: Wê li Parlamenta Danîmarkayê resepsiyona Newrozê bê dayîn,
• 20'ê Adarê li Alborgê saet di 17.30 de: Li Hernîngvej Skole, Hernîngvej 35, 9220 Alborgê wê agirê Newrozê bê dadan,
• 20'ê Adarê saet 17.00: Li Odense Flakhaven 2, wê agirê Newrozê were dadan,
• 20'ê Adarê saet 16.00: Li navnîşana Byghol Park 8700 Horsens wê agirê Newrozê bê dadan,
• 20'ê Adarê saet 17.00: Li Sîlkeborgê wê agirê Newrozê bê dadan,
• 20'ê Adarê saet 17.00: Wê li Aabenraa Centrumê agirê Newrozê bê dadan,
• 20'ê Adarê saet 17.00: Wê li Holstebro Centrumê agirê Newrozê bê dadan,
• 21'ê Adarê saet 17.00: Li Horsensê şeva Newrozê. Navnîşan: Sonderbro Kulturhus, Lindvigsvej 4, 8700 Horsens,
• 24'ê Adarê saet 17.00: Li Hîllerodê resepsiyona Newrozê. Navnîşan: Holmegardsvej 2 3400 Hîllerod,
• 25'ê Adarê saet 17.00: Li Kopenhagenê şeva Newrozê. Navnîşan: Albertslûnd Mûsîkteatret, Bîblîotekstorvet 1-3, 2620 Albertslûnd.