BI DÎMEN

Bi hezaran kesî li Parîsê Newroz pîroz kirin

Li ber avahiya Sarcelles berbajêr a girêdayî Paytexta Fransa Parîsê, Newroz bi şîara 'Bi teqez em ê serbikevîn' hate pîrozkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Agirê Newrozê ji aliyê Malbatên Şehîdan û Malbata Umît Yalçin ê ku di Newroza Sala 2015'an de li Champignye bi qezaya trenê jiyana xwe ji dest dayî ve hat pêxistin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di pîrozbahiyê de axivî û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gelê Kurd pîroz kir.

Kartal di dewama axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên Tevgera Azadiyê yên li dijî faşîzma AKP û MHP'ê û wiha got: "Referandûma ku di 16'ê Nîsanê de pêk tê ji bo gelê Kurd fersendeke, Kurdistaniyên ku li Fransa dijîn biçin ser sindogan û bikaranîna dengê ‘NA’ re derbeyekî mezin li Erdogan bidin."

Di pîrozbahiya Newrozê de peyama, Parlamenterê Partiya Sosyalîst Françoîs Pîpponnî, Nûnerên Komeleya Kurdistaniyên Fransa Pascal Torrre, HDK-Fransa, MLKP, FEDA,CİK,û Nûnertiya Ciwanên Azad ên Parîsê hate xwendin.

Di pîrozbahiyê de Bûlent Tûran, Hîvron, Şengûl Pak, Hozan Marûf, Koma Zelal, Zazlooz, Koroya Zarokan û Koma Govendê derketin ser dikê.