Ji polîtîkavana CDÛ ya Elman Klockner peyama Newrozê
CDÛ ya ku li Elmanyaya Federal partiya desthilat e, Cejna Newrozê ya Kurdên li Elmanyayê dijîn pîroz kir, diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên redîkal bi heyranî temaşe dikin.
CDÛ ya ku li Elmanyaya Federal partiya desthilat e, Cejna Newrozê ya Kurdên li Elmanyayê dijîn pîroz kir, diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên redîkal bi heyranî temaşe dikin.
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyan (CDÛ) a ku di bin serokatiya Angela Merkel de, ji aliyê Serokwekîla Giştî ya Federal Jûlîa Klockner ve peyama Newrozê ya bi dîmen hate weşandin.
Jûlîa Klockner a di serî de Cejna Newrozê ya hemû Kurdên ku li Ewropayê dijîn pîroz kir, bal kişand ku berdewamkirina çanda xwe ya Kurdan pir bi wateye.
Klockner, bibîr xist ku li Elmanyayê nêzî 1 milyon Kurd dijîn û got: “Pîrozkirina cejnên xwe ya Kurdan ji bo em polîtîkavanên Elman îşaretekî girîng e.”
Klockner diyar kir ku beriya niha li Tirkiyeyê rê ne didan ku Kurd Cejna Newrozê pîroz bikin û wiha got: “Em li vir li Elmanyayê welatekî azad û vekiriye. Mafê her kesê heye ku çanda xwe bidomîne.”
Di dewama daxuyaniya xwe de Jûlîa Klockner diyar kir ku têkoşîna Kurdan di serî de ya li dijî DAIŞ’ê û li dijî komên din ên çete yên li Rojhilata Navîn serkeftîne û bi nirx e, bang li jinên ciwan û mêran kir û got: “Em we bi heyran û taktîr temaşe dikin.”
Kloçkner destnîşan kir ku ew têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan dizane, anî ziman ku daxwaz dikin ku gelê Kurd Cejna Newrozê bi awayekî coş û bi heybet pîroz bikin.”