Hevserokê HDP'ê yê Gurgumê Mehmet Eren hat girtin

Hevserokê HDP’ê yê Gurgumê Mehmet Eren jî di nav de 3 kesên çend roj berê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Hevserokê HDP'ê yê Gurgumê Mehmet Eren, rêveberê bajêr Aydin Ogur û welatiyên bi navê Ahmet Elkakmiş û Azîz Koşker ên çend roj berê di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. 4 kesên ji ber parvekirinên li ser torên civakî bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" sewqî dozgeriyê hatin kirin, Aydin Ogur hat berdan. Eren, Elkakmiş û Koşker jî hatin girtin.

Her 3 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Gurgumê.