HDP’ê ji hikûmetê re got: Kesên ji Sûriyeyê neke mijara şantajê

Ji ber ku hikûmet penaberan li hemberî Ewrûpayê dike “mijara bazarkirinê” HDP’ê bertek nîşan da.

Komîsyona Koçber û Penaberan a Desteya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê li hemberî “Bazarkirina penaberan” a ku hikûmeta AKP’ê ji ser krîza bi Ewropayê re dîsa tîne rojevê, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de li hemberî gotinên Serokwezîrê Karê Derve Mevlut Çavuûşoglû yê digot “Hewce bike em ê Peymana Penaberan betal bikin” bertek hatin nîşandan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Hikûmeta AKP’ê di pirsgirêkeke herî biçûk a bi Ewropayê re, penaberan dike mijara gef û bazarkirinê. Daxuyaniyên wisa di civakê de gotin, tawan û hestên nefretê gurtir dike.

HIŞYARÎ

Penaberên ji Sûriyeyê di nava şert û mercên giran de ne. Di avahiyên hilweşiyayî, park, di bin konên naylonî de ji mafê bicihbûn û ewlehiyê bêpar, tên destavêtin, di zaroktiyê de neçarî destdirêjiyê tên kirin û şideta pîskolojî û fîzîkî li ser tên kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li Tirkiyeyê ji nav 400 hezar kedkarên ji Sûriyeyê tenê 4 hezar jê bi sîgorte ne û “mafên mirovî yên bingehîn û hiqûqa xebatê” tê binpekirin û hişyariyên wisa li hikumetê hatin kirin: “Em bang li hikûmetê dikin ku Tirkiye bila li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û sînorên erdnîgariyê yên bi hejmara 6458 ên ‘Biyanî û Qanûna Parastinê ya Navneteweyî’ rake. Divê ‘Statuya Parastina Demborî’ ya li ser penaberan rabe û ‘Statuya Penaberan’ were nas kirin a ku yek ji mafê bingehîn ê mirovî ye.”