Karmendên mexdûrên Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (BHQ) ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku di referandûma 16’ê Nîsanê de wê bibêjin ‘Na’.
FADİME GÜLÇİÇEK: Di referandûmê de ez ê dengê xwe bidim ‘Na’yê, ji ber ku di êvara 8’ê Sibatê de bêyî ku sedemek were diyarkirin, bi BHQ’yekê ez hatim îxrackirin. Heke em werin ser sedemên min ên ‘Na’yê; niha jî jixwe em bi pergaleke seroktiyê tên rêvebirin. Heke di referandûmê de ‘Erê’ derkeve wê bêhiqûqî ji dema niha zêdetir bibin. Heke îro keda mirovan bi awayekî bêhiqûq tune tê hesibandin, piştî niha jî wê tu mîsogeriya me tune be. Kesên ku nehatin îxraçkirin ji ber ‘cil û berg, şêwejiyana xwe’ dikarin werin îxrackirin û riya vî tiştî ya vegerê tune. Em niha hêvî dikin ku ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê encamek derkeve; lê sibê wê ev hevî jî tune be.
HINDIK MAYE ELEQEYA TIRKIYEYÊ JI DINYAYÊ NEMÎNE!
Heke ji referandûmê ‘Erê’ derkeve êdî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî wê bi kêr neyê; ji ber ku hindik maye eleqeya Tirkiyeyê ji dinyayê nemîne. Dema ku di referandûmê de fen û fûtên wan bi ser bikeve, kesê ku dixwaze bibe serok dibe ku bibêje ‘Ez Ewrûpayê nas nakim, dadgehên wê jî nas nakim; tu komîsyon min eleqedar nake’. A rast em zagonên niha jî qebûl nakin –divê biguhere- lê di şertên îro de mixabin zagona niha baweriyê dide me.
JI BO DAHATÛYA ZAROKÊN XWE DIVÊ EM BIBÊJIN ‘NA’
Piştî meha Îlonê em kedkar gelekî tengijîn; hin endamên me hatin dîlgirtin, hinek jê bi awayekî bêhiqûq hatin girtin. Tiştên rûdidin divê mirov bibînin. Ji ber vê jî divê hemû kedkar û bi taybetî jin bibêjin ‘Na’ û li dora ‘Na’yê bicivin. Ji bo dahatûya zarokên xwe divê em bibêjin ‘Na’. Ji niha ve em dibêjin ‘Na’.
JI BO BAWERIYA ME YA JI ROJÊN AZAD Û AŞTIYÊ, EM DIBÊJIN ‘NA’
SEVGİ AKDAŞ: Wekî ku hûn jî dizanin li hemberî me hikumetek heye ku dixwaze Rewşa Awarte ji xwe re bike firsendek. Li hemberî hemû aliyên muxalîf di nav helwesteke pêkutî û barbariyê de ye, bêguman em ê jî ji vêya re bibêjin ‘Na’. Li hemberî dîlgirtina akademîsyenan heta rojnamevanan, ji parlementeran heta şaredaran, ji sendîkavanan heta nivîskaran em ê bibêjin ‘Na’. Li hemberî feraseta ku saziyên jinan girt ên ku li hemberî tundiya li ser jinê û feraseta mêrane têdikoşiyan, em ê bibêjin ‘Na’ û em ê ‘Na’yê bi rêxistin bikin. Tekane riya me ya ku em ji vê pergalê pak bibin ev e ku divê em bibêjin ‘Na’. Em jin ji bo baweriya me ya ji rojên azad û aştiyê em hemû kesan vedixwînin ‘Na’yê.
DI 16’Ê NÎSANÊ DE EM Ê BIBÊJIN ‘NA’ Û ‘NO’!
SİNAN OĞUZ: Di 22’ê Kanûnê de bêyî ku sedemekê nîşan bidin, bi awayekî bêhiqûq ez hatim îxrac kirin. Bêhiqûqiya ku berê jî li Tirkiye û Kurdistanê hebû bi Rewşa Awarte re zêdetir bû. Ji bo ku em bersivekê bidin vê bêhiqûqiyê divê em di referandûma 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘Na’ û ‘No’. Encam çi dibe bila bibe, em ê ji bo azadiya gelan û aştîyê têbikoşin.
MEHTAP YÖRÜK: Heke ‘Erê’ derkeve wê îxraç zêdetir bibin û dê şansa vegerê nemîne, pêkutî wê zêdetir bibe. Ji ber vê jî em kedkar dibêjin ‘Na’, em we jî vedixwînin ‘Na’yê.