Kaytan û Altûn wê li Parîsê bêne bîranîn
Kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, wê 15'ê Gulanê li Parîsê bêne bîranîn.
Kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, wê 15'ê Gulanê li Parîsê bêne bîranîn.
Bi banga sazî, komele û meclîsên li Bakurê Fransayê, wê bi beşdariyeke girseyî merasîmeke bîranînê ya navendî pêk were.
Endamên malbatên Kaytan û Altûn wê tevlî bîranînê bibin.
Bîranîn wê 15'ê Gulanê saet di 17:00 de li navnîşana "30 route de Groslay 95200 Sarcelles", li salona Espace Venise pêk were.