Kongreya Îslamê ya Demokratîk, banga Newrozê kir

Kongreya Îslamê ya Demokratîk bang kir ku, divê bi giyanê berxwedanê yê mazlûm û gelên bindest, beşdarî li Newrozê were kirin.

Kongreya Îslamê ya Demokratîk, derbarê Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Kurd wekî her carê li hemberî zilmê rêberiyê dikin û têdikoşin ku gelê xwe ji zilma Dehaq rizgar bikin. Misilmanên dilsoz, divê li gorî hedîsa ‘kesên li hemberî neheqiyê bêdeng bin, şeytanê lal in’ tevbigerin û pêwistiyê pê dibînin ku beşdarî vê berxwedanê bibin.”

Kongreya Îslamê ya Demokratîk bi jêwergiranên ayetan bal bir ser girîngiya têkoşîna ji bo aştiyê û wisa domand:

“Li hemberî Nemrûd û Dehaqên hemdem bi giyanê berxwedanê yê gelên bindest, ji bo dahatû û siberojên azad em wekî misilmanên dilsoz ên Kongreya Îslamê ya Demokratîk beşdarî vê berxwedanê dibin û em hemû gelê xwe vedixwînin Newroza 21’ê Adarê.”