Trump ji El Şara çi xwest?

Li gorî agahiyan Serokê DYE'yê Donald Trump li Riyadê di hevdîtina bi serokkkomarê demkî yê Şamê Ahmed El Şara de, asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê jî di nav de gelek daxwaz jê kir.

Piştî hevdîtina ji 30 deqeyî ya li Riyadê Qesra Spî daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, Donald Trump ji El Şara xwestiye 'Jinûve tevlî Peymanên Îbrahîm bibe', yanî têkiliyên bi Îsraîlê re asayî bike.

Li gorî heman çavkaniyê Serokê Emerîkayê 'Ji bo karên baş ji gelê Sûriyeyê re bike' El Şara teşwîq kir û di serî de wergirtina 'berpirsyariya navendên' li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên DAÎŞ'î lê ne, gelek daxwaz jê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê Serokê Emerîkayê ji bo 'dersînorkirina terorîstên Fîlîstînî' El Şara 'teşwîq kiriye'.

Sûriye dema ku di bin rêveberiya Esad de bû Hamas û Cîhada Îslamî jî di nav de bi dehan salan malovanî ji gelek komên Fîlîstînî re kiribû.