Li qada Nobeda Azadiyê ya Strasbourgê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên ku li bajarê Strasborûg ê Fransayê dijîn, li qada Nabeda Azadiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Li ser bangewaziya  Komaleya  Zîn a Jinan gelek kesên li derdorê Strasboûrgê hatin cem hev û li ber Konseya Ewropayê  4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kûrd Abdullah Ocalan a ku di çalakvanên Nobeda Azadiya Ocalan de hate pîrozkirin, Hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê, berdevkê saziyên HDP’ê YE û berdevkê wê yê Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay jî beşdarbûn, axaftina kirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku 4’ê Nîsanê di heman demê de destpêka ji nû ve  têkoşîna gelekî ye. Ev ji bo gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn rojekî girîng e.

Di axaftinan de bal kişandin li ser greva birçîbûn a bêdem û dorveger  ya  ku 15’ê Sibatê li Tirkiye û Kurdistanê destpêkiriye, ji bo saziyên Ewropa yên  eleqedar banga hêstiyariyê hate kirin.

Piştî axaftinan bi dûrişmê ‘Bê Serok jiyan na be’, ‘Biji Serok Apo’ paste hate birîn.

Pîrozbahî bi govendê ve bidawî bû.