Hevdîtinên ‘NA’yê yên HDP’ê mezintir dibin
Hevdîtinên HDPê yên bi gel re bajar bi bajar zêde dibe. Berdevkê HDP’ê Baydemîr li Amedê axivî û got: “Di 16’ê Nîsanê de em ê kefenê tirsê biçirînin.”
Hevdîtinên HDPê yên bi gel re bajar bi bajar zêde dibe. Berdevkê HDP’ê Baydemîr li Amedê axivî û got: “Di 16’ê Nîsanê de em ê kefenê tirsê biçirînin.”
HDP di çarçoveya xebatên referandûmê de li Amed, Çinar, Bismil û Farqînê bi gel re hatin ba hev. Parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Saadet Becerîklî, Ziya Pîr, Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim ligel konvoya Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP’ê çûn Çinarê. Gel di têketina navçeyê de heyet pêşwazî kir. Piştre jî heyet û gel çûn ber avahiya HDP’ê û li wê derê axaftin hatin kirin. Li vê derê Saadet Becerîklî axivî û got: “Çawa ku li hemberî polîtîkayên pêkutiyê gel di Newrozê de dakete qadan di 16’ê Nîsanê de jî li hemberî vê zilmê wê biçe ser sindoqan û bibêje ‘NA’. Di 16’ê Nîsanê de di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevserokên me yên giştî, ji bo hemû parlementer û hevşaredarên û girtiyên siyasî em ê bibêjin ‘Na’.”
Parlementerê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr jî got: “Çawa ku di Newrozê de me kefenê tirsê çirand em ê di 16’ê Nîsanê de jî vî kefenê tirsê biçirînin.” Baydemîr bal bir ser şeran û got: “Ez li ser navê HDP’Esad şermezar dikim ku li Sûriyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye. Yên çekên kîmyewî çêdikin û yên bi kar tînin wekî hev in. Kesên ku li bodrumên Cizîrê mirov şewitandin, Dayê Taybet û pitika bi navê Mîray qetl kirin û çekên kîmyewî bi kar tînin heman kes in, wê werin darizandin. Çawa ku di makezagona Kenan Evren de mafên gelê Kurd hatibin binpêkirin îro jî di vê pakêta Erdogan, Bahçelî û Evren de jî tên bin pê kirin. Em ê di 16’ê Nîsanê de ji vê feraseta ku Kurdan tune dihesibîne bibêjin NA. Nêrîna Erdogan a li ala li Kerkukê û ya li Şirnexê jî wekî hev e.”
Baydemîr bi gotina pêşiyan a ku dibêje; 'Ga dimire çerm dimîne' gotin avêt ber Mesûd Barzanî û got: “Çerm dimîne, lê ji AKP û MHP’ê dost çênabin. Divê Kurd li hemberî zilm û faşîzmê yek bin. Dijminên bav û kalan, nabin dostê lawan. Ji ber vê jî em ji vê pakêta Erdogan re dibêjn NA.”
Heyet ji vê derê derbasî Bismilê bû. Li vê derê jî gel bi coş ew pêşwazî kirin. Bi hezaran kesên ku li ber Avahiya HDP’ê kom bûn ji ber cih tune bû çûn ser înşaatan û li vê derê dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” qîriyan.
Wekîlê Serokê Komê yê HDP’ê Ahmet Yildirim li vê derê axivî û got, “Ez gelê Bismilê pîroz dikim. Li hemberî feraseta ku mirovan dişewîne, bajaran kavil dike em ê di 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘NA’. Em ji vê pakêta ku ji Tirkiyeyê re ne baş e, dibêjin na. Yekîtiya Neteweyî qirkirinên li Cizîr û Sûrê wekî sûc nirxand. Ev pakêta wan ji bo vî tiştî ye ku, neyên darizandin.”
Li ser eleqeya gel polîsan xwest ku otobusa HDP’ê ji qadê derxe. Di vê kêlîkê de 4 ciwan ji aliyê polîsan ve hatin binçav kirin.
Konvoya HDP’ê piştre jî derbasî Farqînê bû.
WAN
Li Wanê jî endamên Platforma Nayê ya ji bo Demokrasiyê, belavokên “Çima divê em bibêjin Na” li gel belav kirin. Li Rêyên Cûmhûriyet, Maraş û Beşyolê belavok hatin belav kirin û gel û esnafan eleqeyeke zêde da van belavokan.
ERZIROM
Li Erziromê xebatên referandûmê yên Rêxistina Bajêr a HDP’ê jî li bajar, navçe û taxan didome. Di çarçoveya xebatên referandûmê de rêveberên HDP’ê stand vekirin û broşurên “NA”yê li gel belav kirin. Gel eleqeyeke germ nîşanî standê da.
Li Qereçobanê jî di çarçoveya referandûmê de serdanên li taxan hatin dom kirin. Rêveberên HDP’ê çûn taxên Bûrnaz, Tûngal û Oncalê derî bi derî geriyan û qala ‘NA’yê kirin.
QERS
Li Qersê di çarçoveya xebatên referandûmê de serdana navçeya Selîm û gundên wê hatin kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Îdîrê Mehmet Emîn Adiyaman ji tevlî xebatan bû û serdana dikandaran kirin. Gel qeleqeyek mezin nîşanî heyetê da û heyet bi gel re civiya. Parlamenter Mehmet Emîn Adiyaman bal kişand ser giringiya referandûmê û wiha got: "Em ê qedera xwe, qedera zarokên xwe teslîmî yek kesê bikîn? an jî em ê dengê xwe bidin sîstemekî ku azad, demokratîk, çagdaş? niha dengdayîn ev e. Em wek HDP dibêjin ku rengê me, baweriya me, zimanê me, çand û nêrîn me ya siyasî çi dibe bila bibe ev Destûra Bingehîn qedera hevpar a hemû kesê ye, pêşeroja hevpar a gelane. Em destûr nadin ku pêşeroja me bikeve bin axaftina yek kesê de."
Piştî serdana navçeya Selîm û gundên wê, heyet derbasî Taxa Bulbul a Qersê bûn û serdana malana kirin.
Wesayîta zirxî ya ku heyetê dişopand, heyet bi dihol û zirneyê hat pêşwazîkirin.
EDENE
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz, Parlamneterê HDP'ê yê Wanê û Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir û bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê Gulistan Koçyîgiît ku wê li Qada Ûgûr Mûmcû mîtînga NA pêk were banga tevlîbûnê hat kirin. Beyaz diyar kir ku têkildarî mîtîngê xebatên wan didomin û serlêdana ji bo Waliyê Edeneyê ya ji bo mîtîngê hatî kirin diyarkir ku hatiye qebûlkirin.
Beyaz hemû kesên ku dibêjin NA vexwend mîtînga NA a li Edeneyê û wiha got: "Em hemû gelê xwe û kesên dibêjin Na vexwend mîtînga ku 8'ê Nîsanê li Qada Ûgûr Mûmcû di saet 14:00'an de pêk were. Ev mîtîng ne tenê mîtînga me ye. Mîtînga hemû kesên dibêjin NA ye. "
ÊLIH
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê ji bo referandûmê li salona civînê a Sendikayen Karkerên Petrolê, deklerasona 'NA' eşkere kir. Bi dehan sazî, rêxistinên civaka sivîs û nênerên odeyan ku tevlî civînê bûyîn de alên NA hatin hildan. Li salonê jî pankarta 'Em xwedî li demokrasiyê derdikevin. Em ji darbeyan, BHQ, Rewşa Awarte û ji kar derxistinê re dibêjin NA' hat rakirin. Li ser navê platfornê daxuyani ji aliyê Hevserokê Şaxê Egitim Senê Necatî Dadak ve hat xwendin û hat gotin ku , li dijî kesên ku dixwazin hemû berpirsyartiyê bêxin destê yek zilamî de, yek partiyê re em dibêjin NA. Dadak wiha domand; "Ev Destûra bingehîn ku nêrînên çi sazî, rêxistinên cikava sivîl ku ne hatiye girtin, dixwazin serokatiya yek kesî li gorî Destûra Bingehîn bêxin dibin kontrola xwe."
Dadak diyarkir ku ya were dengdayîn wê pêşeroja welat be û wiha got: "Ya ku hatiye xistina bin lingan demokrasi ye. Em weke Platforma Demokrasiyê, Destûra Bingehîn a Îlonê bi hemû şêweyî were guhertin û di daxwazên Destûrek Bingehin ku demokratik û azad de bi israr in. Destûra Bingehîn ku bi referandûmê anîne pêşiya gelê me, em biatê jêr nakin. Em wek saziyêk ku li gel aşitî, azadî û demokrasiyê emê di 16'ê Nîsanê de bibêjin NA."