CÎK: Ji bo em ji Munkîran re bêjin êdî bes e, em biçin ser sindoqan

CÎK: Têkoşîna li hemberî qetilkirin, tecawiz, hilweşandin, zilm, dizî, bertîl, faîz, fihûş û keda heram, têkoşîna Îslamê ya 'emri bil marûf û nehyî anil munker' e.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bibîr xist, ku li Ewropayê dengdayîna ji bo referandûmê wê di 9’ê Nîsanê de bi dawî bibe û bang kir ku bila her kes biçe ser sindoqan.

Di daxuyaniya CÎK’ê de hat gotin, "Misilman li hemberî bûyer û rûdanan berpirsyar e. Nahêle ku kesek zilma xwe zêdetir bike. Li hemû bawermendan ferz e ku ji kesê ku li Kurdistan û Enetolyayê dibe fîrewn û zilmê li misilmanan dike, Kurdan qir dike û bi xwe kesekî paşverû û tawanbar e mirov bibêje êdî bes e.

Têkoşîna li hemberî nîjadperestên li ser rêçika senteza Tirk-Îslamê, pûçkirina pergal û fikrên wan, qewirandina munkîr e. Têkoşîna li hemberî qetilkirin, tecawiz, hilweşandin, zilm, dizî, bertîl, faîz, fihûş û keda heram têkoşîna Îslamê ya 'ferzkirina başiyê, qewirandina nebaşî ye (emri bil marûf û nehyî anil munker)' e."

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin destnîşan kirin: "Xwedayo tu aqilekî bide wan kesên ku li gorî senteza Tirk-Îslamê teşe girtine, li camiyan nimêjê dikin lê ji nebaşiyên ku Xwedê di Quranê de ev tişt wekî Munkîr diyar kiriye lê ev kesên ku haya wan ji Îslamê tune û dûrî îzan û fikirandina Quranê ye. Bawermendên hêja! Ji bo em vê zilmê pûç bikin û munkîran biqewirînin, ji bo em peywira xwe ya îman û Îslamê bi cih bînin, ev referandûm ji bo me firsendek e. Em dikarin bi vê firsendê munkîran bidin sekinandin. Divê em bawermend û mazlûmên hêja bibin ser sindoqan. Pêxember (sav.) dibêje ku, Dema we nebaşiyek dît bi destê xwe, heke hêza we tune be bi zimanê xwe, heke hêza we dîsa tune be bi dilê xwe nefret bikin ku ev jî xala herî qels a îmanê ye.

Di vê referandûmê de ji bo em zilm û munkîran ji xwe dûr bixînin, firsend hene ku em bi dest û zimanê xwe têbikoşin, heke em tênekoşin, li hizûra Xwedê em ê berpirsyarên vî tiştî bin. Li Ewropayê ev yekşem, roja dawîn e. Li welat jî heta 16’ê Nîsanê dema me heye. Hemû kesên berpirsyar divê biçin ser sindoqan û bi xwe re mirovan bibe ser sindoqan. Divê em guh bidin Xweda û Pêxemberê xwe. Ji bo em munkîr û zilmê bidin sekinandin, divê em biçin ser sindoqan."