BI DÎMEN

4'ê Nîsanê li Rûsyayê hate pîrozkirin

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Rûsyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate pîrozkirin.

Li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, li bajarê Tambov û navçeya Dergaciye ya ser bi bajarê Saratovê şahî hatin lidarxistin û rojbûna Ocalan hate pîrozkirin.

ADIGEY

Pîrozbahiya li Adigeyê, ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd a Adigeyê ve hat organîzekirin û li parka Abdullah Ocalan a Navenda Çanda Kurd a Adigeyê pêk hat. Gelek Kurdistaniyên li vê herêmê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva li ser wate û girîngiya rojê axivî û got, "Gelê Kurd bi Abdullah Ocalan re zindî bû. Ev vejîn di heman demê de serîrakirina li zilm û dîktatoriyên li herêmê ye. Ji bo azadiya Rêberê me, divê her Kurd bixebite. Di 16'ê Nîsanê de bi dayina dengê 'NA' re em dikarin tecrîda li ser Rêberê xwe rakin. Pêwîste Kurd destûrê nedin dîktatoriya AKP û Erdogan."

Piştî axaftinê, Kurdistaniyan şitlê daran li parkê çandin û dûre pasta rojbûnê ya bi rengê ala KCK'ê û bi nivîsa 'Rojbûna te pîroz be Serokê min' hatibû amadekirin, ji aliyê zarokan ve hate birîn. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.

SARATOV

Kurdistanî û dostên wan ên li navçeya Dergaciye ya ser bi bajarê Saratovê dijîn, bi heman armancê li salona konserê ya Mala Çandê ya Dergaciyeyê li hev civiyan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, endamê rêveberiya Meclîsa Gel Mûrat Şêxo axivî û got, "Tecrîda giran a li Girava Îmraliyê li devereke din a cîhanê nîne. Cîhan tev bêdeng bimîne jî, gelê Kurd wê bi vîna xwe vê tecrîdê ji holê rake. Ji bo em 4'ê Nîsana sala bê li Kurdistana azad tevî Rêberê xwe pîroz bikin, divê em hê bi xurtî tevlî têkoşînê bibin."

Pasta rojbûnê li vê derê ji aliyê jin û zarokan ve hat birîn. Piştre hunermendên herêmî derketin ser dikê û Kurdistaniyan li ber stranên wan govend gerandin.

TAMBOV

Kurdistaniyên li bajarê Tambovê dijîn, li Angel Kafeyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Tambovê ve hate organîzekirin.

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Tambovê Medya Botanî ji bo rakirina tecrîdê bal kişand ser girîngiya geşkirina berxwedanê û got, "Faşîzma AKP'ê ji bo şikandina vîna Rêberê me bi rengekî li derveyî mirovahiyê tevdigere... Divê em li her cihê lê ne xwedî li Rêberê xwe derkevin û kirinên derveyî hiqûqê yên faşîzma AKP'ê li her derê teşhîr bikin. Her wiha divê me li dora armanca azadiya Rêbertî li hev bicivin û hê bi xurtî tevlî kar bibin. Di 16'ê Nîsanê de jî bi dayina dengê 'NA' lazim e em pêşî li dîktatoriya AKP'ê û Erdogan bigirin."

Piştî axaftinan pasta rojbûnê ji aliyê zarokan ve hat birîn û beşdaran li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.