Dilbihar: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu
Berdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar got, zimanê Kurdî divê êdî zimanê fermî be û xwedî statuya perwerdeyê be.
Berdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar got, zimanê Kurdî divê êdî zimanê fermî be û xwedî statuya perwerdeyê be.
Cejna Zimanê Kurdî ku ji aliyê gelê Kurd ve her sal ji bo parastina mîrateya çand û ziman di 15'ê Gulanê de tê pîrozkirin, îsal bi nîşandana dewlemendî, cihêrengiya li pêşiya Kurdî bi çalakiyan tê pîrozkirin. Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar têkildarî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî ji ANF'ê re axivî û got, "Banga Birêz Ocalan ji bo avakirina civakeke demokratîk e. Ji bo jiyana bi hev re û azad a gelan girîng e. Banga Birêz Ocalan ji bo azadiya zimanê Kurd e, ji ber ku zext û asîmîlasyon li ser zimanê Kurd heye. Di serî de zimanê Kurd di nava civaka demokratîk de divê zimanê hemû gelan azad be. Eger zimanek nebe xwedî statu û nebe zimanê perwerdeyê nikare li ser piyan bisekine. Ji ber vê yekê jî bê şert û merc divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurd bêne rakirin. Zimanê Kurdî divê li her qadê azad be. Divê bibe xwedî statu. Her ku pêvajoya avakirina civaka demokratîk bi pêş ve biçe zimanê Kurdî jî wê bibe xwedî statu. Çi dibe bila bibe divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu."
ZIMANÊ KURDÎ DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ
Dilbihar destnîşan kir ku zimanê Kurdî divê di çarçoveya qanûnan de bibe zimanê fermî û bi dewamî got, "Ji dibistana seretayî heta bi zanîngehan divê bibe zimanê perwerdeyê. Ne tenê di nava jiyana rojane de, divê li hemû saziyên li Kurdistanê bi rengekî azad bê bikaranîn. Navên bi Tirkî hatine wergerandin divê werin radestkirin. Zimanê Kurdî bêyî bazarî li ser bê kirin û bê şer tû merc divê azad û serbest be."
DI HER ŞERT Û MERCÎ DE DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMANÊ KURDÎ DERKEVIN
Dilbihar destnîşan kir ku di her şert û mercî de divê ew xwedî li zimanê Kurdî derkevin û got, "Kurd û her kesên demokrasiyê dixwazin divê ji bo statuya zimanê Kurdî bixebitin. Em her qadê bikin qada zimanê Kurdî. Li her qadê ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî têkoşînê mezin bikin. 15'ê Gulanê di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo Kurdî gelek kar têne kirin. Armanca van çalakiyan têkoşîna li dijî polîtîkayên îmha û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî ye. Karê me wê heta 1'ê Hezîranê dewam bike."