'Em bi ser ketin, dem hatiye em vê serketinê li sindoqan nîşan bidin'
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Beyaz diyar kir, dengê 'NA' wê di 16'ê Nîsanê de li Edeneyê bi ser bikeve û bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Beyaz diyar kir, dengê 'NA' wê di 16'ê Nîsanê de li Edeneyê bi ser bikeve û bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Edeneyê Huseyîn Beyaz li ser xebatên xwe yên li bajarê ên ji bo kampanya 'NA' agahî da û diyar kir, dengê 'NA' li xurtî li Edeneyê li pêş e. Beyaz ji bo ev tercîha gel ji sindoqan jî derkeve, bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqand. Beyaz ji bo mîtînga 8'ê Nîsanê ya 'NA' ya li Edeneyê jî banga tevlîbûnê li hemû gelan kir.
Beyaz bal kişand ser rewşa kozmopolît a Çûkûrovayê û bibîr xist, Edene bajarekî welê ye ku nasname û bawermendên cuda bi hev re dijîn. Beyaz anî ziman, di çarçoveya 'Platforma NA' ya Edeneyê de, HDP tevî gelek rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, komele û însiyatîfan pêşengiyê ji karê kampanya 'NA' re dike û diyar kir, wan xwe gihandine hemû beşên civakê. Beyaz got, "Di nava civakê de mûxalefet û hêviyeke ji beriya 7'ê Hezîranê xurtir heye. Vê yekê mîna wê demê nikarin bi rengekî eşkere li qadan bînin ziman. Ruh û biryardariya Hezîranê mîna pêlekê bi bêdengî bi rêxistin dibe û wê di 16'ê Nîsanê de di sindoqan de bi xurtî der bibe."
'EM DIÇIN CEM HER KESÎ'
Beyaz destnîşan kir, ku li Çûkûrovayê bi taybetî li Edeneyê ew diçin cem hemû gelan û ragihand, di vê demê de wan dît, gel ji rejîma AKP û Erdogan gelekî aciz e û bi hêrs e. Beyaz da xuyakirin, li şûna nasnameya partiyê ew nasname û helwesteke mûxalefeta civakî derdixînin pêş û got, di vê demê de eniyeke mûxalefetê derketiye holê û kêm ma ye serketinên mezin bi dest bixe.
'EM QALA DEMOKRASIYA RADÎKAL JÎ DIKIN'
Beyaz wiha dewam kir: "Bû pêvajoyek, ku bi pêşengiya hêzên demokrasiya radîkal dixwazin ve tê meşandin. Ne tenê pêvajoyek li ser 'NA' yan jî dijberiya AKP'ê ye. Di vê pêvajoyê de em ji gelan re qalê dikin, ku piştî serketina dengê 'NA' wê têkoşîn di kîjan ast û ferasetê de bê meşandin. Em gelan ji bo pêvajoyên demokratîk û jiyana hevpar amade dikin."
Beyaz bal kişand ser zêdebûna operasyonên qirkirina siyasî yên dema referandûmê û anî ziman, di vê demê de zexta girtin û binçavkirinê li hemû rêveberên wan ê li bajar û navçeyan hate kirin. Beyaz diyar kir, bi van operasyonan re hewl tê dayîn pêşî li xebatên referandûmê bê girtin, lê belê bi vîna gel ev operasyonên qirkirina siyasî hatine tevizandin.
'EM BI SER KETIN, DEM HATIYE KU EM VÊ SERKETINÊ LI SINDOQAN NÎŞAN BIDIN'
Beyaz destnîşan kir, ku dengê 'NA' li Edeneyê bi xwerêxistiniya gel ji niha ve bi ser ketiye û anî ziman, ji bo ev tercîh bigihêje encameke siyasî pêwîste gel teqez biçe ser sindoqan. Beyaz ragihand, eger hilbijêr neçin ser sindoqan wê tercîh û hewldanên gel bandorê li sindoqan neke û got, "Ji bo ku em serketina xwe di 16'ê Nîsanê de ragihînin, em li bendê ne ku gelê me biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."