'Eger deng ji derve neyê, wê cenaze ji girtîgehan derkeve'

Gaziyê rojiya mirinê Mûharrem Kûrşûn bang li raya giştî kir, ku bêyî derengmayînê bibin dengê girtiyên siyasî yên di grevên birçîbûnê de ne.

Kûrşûn ji ANF'ê re axivî û diyar kir, greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê gihîştiye asta krîtîk û got, "Eger deng ji derve neyê, wê cenaze ji girtîgehan derkeve."

Grevên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan dest pê kirin, di roja 50. de ne. Hişyariyeke din a di vê derbarê de ji gaziyê rojiya mirinê ya sala 2000'î Mûharrem Kûrşûn hat. Kûrşûn di sala 1995'an de ji doza Partiya Karker Komkunîst a Tirkiyeyê (TKÎP) mehkûm bû û li dijî avakirina Girtîgehên bi tîpa F 273 rojan ket grevê. Kûrşûn piştî vê têkoşîna demdirêj bi nexweşiya Wernîcke-Korsakoff ket. Kûrşûn hişyarî da û got, grevên birçîbûnê gihîştine asteke krîtîk.

Kûrşûn anî ziman, di berxwedana rojiya mirinê ya sala 2000'î de ew bi dirûşma "Li hundir û derve hucreyan parçe bikin" tevdigeriyan û destnîşan kir, di demên bi vî rengî de dengê ji derve bê û nerazîbûna bê nîşandan, gelekî girîng e. Kûrşûn diyar kir, piştgiriya di we demê de ji derve dihat, hêz dida wan, lê belê di roja îro de mirov bêdeng in. Kûrşûn ragihand, bi ragihandina Rewşa Awarte re ne tenê mirovên li girtîgehan, mirovên li derve jî di nava hucreyan de hatine girtin û got, "Heta ku mirovên li derve van hucreyên ferazî yên li derve parçe nekin, nikarin di warê maf û azadiyê de bi ser bikevin." Mûharrem Kûrşûn destnîşan kir, xebatên ji bo referandûmê nabe ku ji bo vê bêdengiyê bibin bahane û bibîr xist, destûra bingehîn a pêşkêşî referandûmê tê kirin, ji van zextên li girtîgehan ne cuda ye.

NE JI BO MIRINÊ, JI BO SERKETINÊ

Di dewama axaftina xwe de Kûrşûn ragihand, hewl tê dayîn hemû mafên girtiyan ên bi berxwedaneke mezin bi dest xistine, yek bi yek ji destê wan bê girtin û diyar kir, yekane çeka girtiyan a li dijî îşkence û binpêkirina mafên mirovan, bedena wan e. Kûrşûn ku li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê rojiya mirinê dewam kir got, "Dema ku me dest bi grevê kir, armanca me mirin nebû, armanca me serketin bû. Me mirin da ber çavên xwe û ev yek kir. Pêwîste grevên birçîbûnê yên heyî jî di vê çarçoveyê de werin nirxandin."

Kûrşûn anî ziman, pêwîstiya bingehîn a di greva birçîbûnê de vîtamîna B-1 e û destnîşan kir, nayê qebûlkirin, ku ev vîtamîna hucreyan û mejî diparêze ev 50 roj in ji girtiyên siyasî yên li girtîgeha Şakranê ne, nayê dayîn. Kûrşûn ragihand, dema ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê hat sirgûnkirin, ji ber ku vîtamîna B-1 jê re nehatiye dayîn, ew bi nexweşiya Wernîcke-Korsakoff ketiye û got, di grevên birçîbûnê de ne vîtamînên B-12, B-6, lê vîtamîna B-1 di asta jiyanî de girîng e.

Kûrşûn hişyarî da û got, "Eger di nava 60 rojên greva birçîbûnê de vîtamîna B-1 neyê dayîn, wê rîska mirinê zêde bibe" û wiha dewam kir: "Di wê demê de ji ber ku dengekî xurt ji derve nehat, me biryar dan ku ji bo guhertina hin tiştan divê em bimirin. Ji ber vê yekê me vîtamîna B-1 negirt. Lê belê di vê demê de, bi zanebûn vîtamîna B-1 nadin girtiyan û bi vî rengî hewl didin wan bikujin."

Kûrşûn destnîşan kir, ku rewşa grevên birçîbûnê lezgîn e, divê raya giştî tavilê bikeve nava hewldanan û got, "Eger ji derve deng neyê, wê cenaze ji girtîgehan derkeve."