Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe di 15’ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, kete rojan 50’emîn.
Tê diyar kirin ku kontrola tenduristiyê ya girtiyan nayê kirin û rewşa wan bi ser asta krîtîk ketiye. Vîtamîna B1’ê ji aliyê rêveberiya girtîgehê jî nayê dayîn.
Li Girtîgeha Şakranê jî îro hevdîtinên rûbirû nayên kirin. Ji ber ku gardiyanan malbat û girtî tacîz kirin, girtiyan ev rewş protesto kirin û vegeriyan qawîşên xwe.
Mûazzez Baykan a ku xwişka Zana Yaktin e yê ku li Girtîgeha Şakranê ev 50 roj in di greva birçîbûnê ye, diyar kir ku birayê wê gelek kîlo dane û heta ku daxwazên wan bi cih werin wê greva birçîbûnê bidomînin.
‘GAZÎ MIROVÊN BI WIJDAN KIRIN’
Baykan diyar kir ku li girtîgehê pêkutî û îşkence zêdetir bûye û got ku “Birayê min Zana gelekî kîlo daye. Li ser lingan bû û çavên wî ziq li cihekî dinihêrî. Wekî ku nedidît. Binê çavên wî û nenûkên wî reşûşîn bûbûn. Min bi zehmetî ew nas kir. Ligel her tiştî xurt û bi biryar bûn. Gotin: ‘Çi dibe bila bibe em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin û em ê paş ve venegerin’. Dema li me dinihêrî di çavên wan de hêvî hebû. Wan bi xwe jî digotin ku, rewşa me ketiye asta krîtîk. Bang li raya giştî û hemû mirovên bi wijdan kirin.”