PÎK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Partiya Îslamê ya Kurdistanê (PÎK)diyar kir ku heta Kurdî nebe zimanê fermî û di jiyana rojane de neyê bikaranîn nikare bê pêşvebirin û got, "Ji ber vê yekê divê Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û binivîsînin."

Partiya Îslamê ya Kurdistanê (PÎK) bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand, bal kişand ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê û ji bo xwedîderketina li Kurdî bang kir.

Di peyamê de hate gotin, "15'ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Piştî parçekirina Kurdistanê dagirkeran zimanê Kurdî qedexe kirin, asteng kirin ku Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk bi rêk û pêk hatin meşandin. Vê yekê jî bandoreke giran û hilweşîner li zimanê Kurdî kir. Dewleta Tirk a nijadperest destûr neda ku zimanê Kurdî li dibistanan bê bikaranîn, lewma nehişt ku bibe zimanê perwerdeyê yê fermî.

Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê yê fermî û di jiyana rojane de neyê bikaranîn nikare bi pêş ve biçe. Ji ber vê yekê divê Kurd hemû xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî biaxivin û binivîsînin."

Di dawiya peyamê de Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd û hemû gelên mezlûm hate pîrozkirin.