NÛ BÛ

Sersaxiya li Kolnê dewam dike: Em ê wekî malbatên pêşengan di pêvajoya nû de cih bigrin

Sersaxiya li Kolnê ya ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dewam dike. Xwişka şehîd Hayrî Dûrmûş, Ayten Dûrmûş serdana sersaxiyê kir û got, “Em ê di pêvajoya nû de jî bi helwestekî bi rûmet cih bigrin.”

Li bajarê Koln ê Elmanyayê sersaxiya ku ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, di roja 3’emîn de dewam dike. Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku li bajarê Koln ê Elmanyayê dijîn, kesên ji bo ji bo serdana sersaxiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatiye danîn tên pêşwazî dikin.

Di roja 3’emîn a sersaxiyê de Hevserokên KCDK-E’yê Engîn Sever, Hevseroka KON-MED’ê Rûken Emîne Akça, nûnerên Saziyên Kurd ên Demokratîk, siyasetmedarên li sirgûnê dijîn ji bo çûn sersaxiyê. Siyasetmedarên li sirgûnê dijîn eleqeyekî mezin nîşanî lênivîska bîranînê dan.

Sersaxî bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Yûsûf Dûrdû axivî û wiha got: “Wekî ku me soz da em ê heta dawî li kêleka Rêbertî û şehîdên xwe bin. Rêbertî ji biryarê bigre em ê wekî malbatên şehîdan heta dawî pê re bin.”

RÛKEN AKÇA: ERKA ME YE KU EM WAN JI BO NIFŞÊN NÛ VEBÊJIN

Rûken Akça di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hemû şehîdan bi bîr anîî û wiha got: “Li ser şehîdan axivîn her tim zehmet e; zehmet e ku fedakarî, ked û têkoşîna wan ê jiyanê vebêjin. Lê dixwazim bîranînek xwe ya bi heval Fûat re bibêjim. Heval Fûat di temenê ciwantiyê de dest bi vê rêyê kiriye. Fîlozofekî zana bû. Dema ku min ew dît pirsa dayika xwe kir. Dema ku pirsa dayika xwe kir, wekî zarokekî biçûk bû. Ez pir bandor bibûm, wekî dayikek hezkirin û girêdana wî ya bi dayika wî re bandorekî mezin li ser min çêkir. Ji min re wiha gotibû, ‘Here serdana dayika min bike û jê re bibêje ku min qet ew ji bîr nekiriye.’ Hezkirin û dilsoziyekî wiha min pir hestiyar kiribû. Hevalên me li çiya ji bo rûmeta mirovahiyê û jiyanekî bi rûmet bi van hestan jiyan kirin. Hem berxweder, hem derwêş û hem jî şervanên heqîqetê bûn. Her yek ji wan derwêşek bû. Em ê ti caran wan û têkoşîna wan nedin jibîrkirin. Erka me ye ku em wan ji zarokên xwe û nifşên bû re vebêjin. Ger îro Kurd tên naskirin û cîhan qala Kurdan dike ew bi ked û fedakariya wan hevalan e.”

AYTEN DÛRMÛŞ: EM Ê WEKÎ MALBATÊN PÊŞÎN DI PÊVAJOYA NÛ DE CIH BIGIRIN

Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Hayrî Dûrmûş, Ayten Dûrmûş di sersaxiyê de axivî û wiha got: “Me her tim di destpêka vê têkoşînê de cih girt. Em ê ji nû ve dest pê bikin. Ez heval Riza, Alî Haydar û hemû şehîdan bi minetdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Di têkoşîna 50 salî de em wekî malbatên pêşîn her hebûn. Em her tim bûn malbatên ku wekî ew dixwazin. Em hevrê bûn, heval bûn. Em wekî malbatên serdema ewil her tim li vir bûn, hîna jî li vir in, em ê li vir bin. Em ê di pêvajoya nû de jî bi helwestekî bi rûmet cih bigrin.”

‘VÊ BÎRANÎNA XWE NADIM TU TIŞTÎ’

Ayten Dûrmûş bîranînek xwe ya bi Alî Haydar Kaytan re wiha vegot: “Heval Fûat beriya bi salan dema ku li Ewropayê bû, ji bo hevdîtinê gazî min û Nezaket (xwişka Mazlûm Dogan) kiribû. Min jê re got temam bira em ê werin. Kesên pêşîn ji bo me her tim bira bûn. Em bi Nezaketê re çûn hevdîtina wî. Ne li wir bû. Hevalekî li wê derê got îro tune ye hûn nikarin pê re hevdîtinê bikin. Min bi israr xwest xwe bigihînim, min telefon da. Got ‘hûn kuderê ne’ û telefonê girt. Em man benda wî û êvarê ket hundir. Min got ‘bira hat’. Hevalên li wir gotin wê civînekî mezin çêbibe û çima hatî. Wiha bersiv dabû; ‘Li milek min Mazlûm, li milek min Hayrî hebû ma ez ê çawa neyim! Dema Ayten telefon kir, min hingî li Enqereyê bi Hayrî û Mazlûm re rûniştî bûm û me sohbetê dikir.’ Ez vê bîranînê nadim tu tiştî.”

Piştî axaftina Ayten Dûrmûş demekî dirêj dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.

Sersaxî bi lêdena bilûrê bi dawî bû. Çalakiya sersaxiyê heta 17’ê Gulanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê dewam bike.