DBP’ê ji bo Leyla Guven daxuyanî da
DBP’, li dijî binçavkirina xuşk û birayê Ocalan û hevseroka DTK’ê Leyula Guven nerazîbûn nîşan da û got: “AKP ji bo têkoşîna gelê Kurd bişkîne, serî li rê û rêbazên dij mirovahiyê dide.”
DBP’, li dijî binçavkirina xuşk û birayê Ocalan û hevseroka DTK’ê Leyula Guven nerazîbûn nîşan da û got: “AKP ji bo têkoşîna gelê Kurd bişkîne, serî li rê û rêbazên dij mirovahiyê dide.”
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî polîtîkayên AKP’ê yên zext û zilmê yên li hember malabat Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û di vê çarçoveyê de binçavkirina Hevseroka DTK’ê Leyla Guven, îro daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Weke tê zanîn piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê û şûnde hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurdistan, siyaseta Kurd û saziyên wê her roj polîtîkayên qetlîam, zext û zilmê zêdekiriye û didomîne. Hikûmeta AKP’ê bi taybet Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû li dijî gelê Kurd û siyaseta wê siyaseta ku pêş xistî bi hêrsa tolhilînê, distûrên xwe li bin lingan dixin û bi deh hezaran kes girtin û zext û zilmê li wan dikin.
Herî dawî jî 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşiya gelê ku dixwestin biçin gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê girtin û vê carê jî Hevseroka DTK’ê Leyla Guven û bi dehan Kurdistanî binçavkirin. Îro jî xuşk û birayê Birê Ocalan Fatma Ocalan û Mehemt Ocalan birin dozgeriyê. Hikûmeta AKP’ê ji bo têkoşîna gelê Kurd bişkîne serî li rê û rêbazên dij mirovahiyê dide.
Tevî ku ji bo pîrozkirina rojbûna Birêz Ocalan bi vê boneyê malbatê ziyaret bikin nek weke çalakî û aktivîteyekê jî bû bi fermana Wezîrê Karê Hundir ve bi ser mala Birêz Ocalan hate girtin, Hevseroka DTK’ê Leyla Guven û bi dehan Kurdistanî binçavkirin. Di serî de hemû hewldan û polîtîkayên zext û çewisandinê yên li hemer rojbûna Birêz Ocalan û polîtîkayên êrîşê û zextê yên di serî de li ser malbata Ocalan û Leyla Guven şermezar dikin, didin diyarkirin ku Birêz Leyla Guven a binçavkirî demildest bê berdan.”