Heyeta HDP’ê bi rêveberên Girtîgaha Şakranê re hevdîtin kir: Me encam negirt!
Parlemeterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu ku têkildarî greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê bi rêveber û midûrê beşa T2 û T4 re hevdîtin kir, diyar kir ku ji rêveberên girtîgehê re diyar kirine ku rewşa girtiyan gihiştiye asta kirîtîk.
ANF
ÎZMÎR
çarşem, 5 avrêlê 2017, 17:13
Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a girtiyên li Girtîgeha Şakran a Îzmîr a Alîaga ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku 15’ê Sibatê dabûn destpêkirin kete roja 50’an.
Têkildarî greva birçîbûnê hevdîtin bi rêveber û midûrên beşa T2 û T4 a Girtîgeha Şakranê re hevdîtin kirin.
Parlemterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçû yê ku piştî hevdîtinê li pêşiya Girtîgeha Şakranê daxuayniyek da, diyar kir ku di hevdîtina li gel rêveber û midûrê beşa T2 û T4 a Girtîgeha Şakranê re hate kirin hate diyarkirin ku rewşa girtiyên ku ketina greva birçîbûnê ketiye asta herî tirsnak û jiyanî. Kukçû got: “Me diyar kir ku malbat di nava fikarên pir metirsîdar de ne. rêveberên başa T4 diyar kirin ku wê bi girtiyên ketine greva birçîbûnê re bicivin. Di hevdîtinên beşa T2’yê de jî gotin; ‘Li vir ti pirsgirêkên me nîne, hemû mesele siyasî ye.’ mijar avatê ser milê Enqerê. Her du midûrên girtîgehê mijar vegerandin ser hevdîtinên ku ji aliyê Wezareta Edaletê ve bê kirin.”
Kurkçû, bal kişand ku greva birçîbûnê ketiye roja 50’an, diyar kir ku ji bo çareseriyekê ji vê re bê dîtin me serlêdan li girtîgehê kir lê di hevdîtinan de ti nêzîkatiyên ku pirsgirêkê çareser bikin nehatin diyarkirin. Kurkçu wiha pê de çû: “Her çendî ku em bi serbir jî li bendê ne, nehatiye wê nuqteyê ku gav bên avêtin. Fikarên me didomin. Ji bo rûmeta girtiyên ku ketine greva birçîbûnê û pêwîstî û daxwazên wan bên pêşxwazîkirin ji bo çareseriyê em ê bixebitin. Ji bo çareseriya ku li Girtîgeha Edîrne pêk hatî li girtîgehên din pêk were. Di vê mijarê de wê hevdîtinên me bidomin.
Parlemetera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp jî bal kişan ku greva birçîbûnê gihiştiya asta kirîtîk û got: “Daxwazên ku tên kirin daxwazên heq in. Li dijî van daxwaza ketina greva birçîbûnê yek ji encama siyaseta girtîgehê ne. Ji bo lêgerîna tazî ya mirovan, ji bo derengiya şevê nekevin qawîşan, mirov dikevin greva birçîbûnê. Ev şermekî ya mirovahiyê ye. Îro em di rewşekî kirîtîk de ne. Divê bi lezgîn û hewarî çareseriyek bê dîtin. Di hevdîtina îro de me ti encam bidest nexist. Her roja diçe wext derbas dibe. Divê bi lez gav bên avêtin. Yên ku gav bavêjin hikûmet e. Divê Wezareta Edaletê bi lezgîn ferman bide şert û mercên li girtîgahan baş bike. Em ê şopdarê mijarê bin. Êdî divê gav bên avêtin.”