‘Ji bo erênekirina qetlîamên gelan, biçin ser sindoqan’
Hilbijêrên ku ji aliyê ‘NA’ dengên xwe bi kar tînin, ji bo faşîzma Erdogan bidin rawestandin bang li her kesê kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.
Hilbijêrên ku ji aliyê ‘NA’ dengên xwe bi kar tînin, ji bo faşîzma Erdogan bidin rawestandin bang li her kesê kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.
Hilbijêrên ku li Ewropa dijîn, bi çûyina ser sindoqan re û bikaranîna dengê NA re li dijî sîstema yek kesî a Serokkomarê Tirk Erdogan ku dixwaze bi referandûma 16'ê Nîsanê re sistema yek kesî bi qanûn bike. Hilbijêrên Kurd û Tirk ên ku li Swîsreyê dijîn, li Seferatxaneya Tirk a li bajarê Bern ê Swîsreyê û Sefaretxaneya Tirk a li Cinevê dengê xwe bikartînin û dengdayîn berdewame.
Nêzikî 95 hezar hilbijêrên Tirk û Kurd ên ku qeyda wan li Swîsreyê hene wê heta 9'ê Nîsanê bikaribin dengê xwe bi karbînin. Heta niha ku hilbijêrên çûyin ser sindoqan û dengê xwe bi karanîn ji sedî 70 dengê Na dane ku ji aliyê Paltfroma Na ya Swîsreyê ve jî didin nîşandan. Welatiyên ku dengê Na bi karanîn behsa giringiya çûyina ser sindoqan kir û bang li hilbijêran kirin ku dengê xwe bikarbînin.
YILMAZ GEZÎCÎ: BI GOTINA ERÊ, TÊ WATEYA DESTÛR DAYÎNA QETLÎAMÊN LI SER GELANE
Welatiyê bi navê Yilmaz Gecîcî ku dengê xwe ji bo NA bi kar aniye û wiha behsa sedemê bikar anîna dengê Na ji kameraya me re axivî û wiha got:
"Mirovê ku bi çeteyên îslamê re tevger dike û çekan dide çeteyên hov ên ku hemû pêdiviyên wan pêktine, ez dizanim ku pêwîste ti carî nebêjim er ê. Di sîstema parlamneteriyê de ku ti bersivekê nade daxwazên demokratîk ên gel, bi taybet mafên herî demokratîk ên gelê Kurd ku li xwe nagire, van daxwazan bi qetlîam û zilmê dixwaze têk bibe ku hemû rêveberiya dewletê têxe dibin kontrola kesekê de, dengdayina ji bo erê tê wateya destûr dayîna qetlîmaên li ser gelan. Min ji sîstema dîktartoriyê re dengê NA bikar anî. Li aliyê din ez bang li hemû kesê dikim ku biçin ser sindoqan û dengê NA bikar bînîn."
ÎBRAHÎM GULER: LI DIJÎ FAŞÎZMA ERDOGAN EM BIBÊJÎN NA
Îbrahîm Guler jî wiha got: "Ji bo berpisyartiya xwe ya li dijî welat û gelan, ez çûm ser sindoqê û min dengê Na bikar anî. Ez bang li hemû kesan dikim ku li dijî faşîzma Erdogan biçin ser sindogan û ji bo ku em dev ji daxwazên xwe yên edalet û demokrasiyê ber nedin pêwîste em bibêjin NA."
MÛZAFFER GEZÎCÎ: JI BO EDALET Û DEMOKRASİYÊ 'NA'
Hilbijêrê bi navê Mûzaffer Gezîcî ku piştî dengê xwe bi kar anî wiha ji kameraya me re axivî: "Min ji bo xwe û gelê xwe, ji bo demokrasî û edaletê ya herî girîng ji bo pêşeroja gelan dengê NA, bikar anî."
Yasîn Bolek, Seher Çûhader û Nûrgul Goktaşî jî diyar kirin ku ji bo dengê NA, dengê xwe bi kar anîne û bang li hemû kesan kirin ku ji bo rawestandina rejîma dîktatoriya Erdogan biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.