Pomak ji bo destûra nû dibêjin, 'Têrê nake lê NA'

Serokê Enstîtûya Pomakan a Stockholmê Îbrahîm Kenar ji bo dengdana 16'ê Nîsanê ya li ser destûra bingehîn a nû got, ne referandûmeke ji rêzê ye. Kenar got, ji bo Pomakên Tirkiyeyê hilbijartina man û nemanê ye.

Serokê Enstîtûya Pomakan a Stockholmê Îbrahîm Kenar ji bo dengdana 16'ê Nîsanê ya li ser destûra bingehîn a nû got, ne referandûmeke ji rêzê ye. Kenar got, ji bo Pomakên Tirkiyeyê hilbijartina man û nemanê ye û bang li Pomakan kir ku li dijî destûra yekparêz û kêmaran înkar dike bibêjin, NA.

Kenar bi berdewamî got, eniya NA'yê parçeyî ye û her beşê civakê li gorî hişmendiya xwe ya siyasî û bi sedemên NA li dijî destûrê derdikevin. Ji bo helwesta Pomakan jî got, "Divêtiyek çêbûye ku gelê Pomak bi çewisandiyan, derkiriyan, bi Kurdan û demokratan re tevbigere. Qebûlkirina vê destûrê wê were wê maneyê ku hilma gelên weke Pomakan ku têkoşîna jiyanê didin û ne serwer in were fetisandin. Ji bo vê jî wek hemû gelên çewisandî Pomak jî wê di referandûmê de bibêjin, NA."

Kenar diyar kir, ku Pomak wê li dijî dîktatoriya yek zilamî ya AKP'ê bibêjin NA û bi gelên bindest, kedkar, demokratan re ji bo destûreke ku mafên kêmaran misoger dike têbikoşin. Helwesta Pomakan wiha vegot:  "Em helwest û tevgera xwe ya berê jî bînin ber çavan, helwesta Tevgera Pomak a ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re teşe girtiye û demokratîk ku bi têkoşîna demokrasiyê re bûye yek wê NA'yeke mezin be."

'JI BER KU ÇARESERIYÊ JI KÊŞEYAN GELAN RE NAYÎNE JI DESTÛRÊ RE NA'

Kenar anî ziman, ku AKP ji bo ku destûra nû bi gel bide qebûlkirin gel bi tiştên qelp dixapîne û  wiha got: "Ji bo ku destûra jiyanê nade zimanê Pomakan ku heqê me yê demokratîk e em ê ji destûra nû re 'NA' bibêjin. Ji bo ku dij demokratîk e û çareseriyê ji kêşeyên gelan re nayîne em ê bibêjin 'NA' Ji bo  ku li dijî pêşdarazên nîjadaperest em bibêjin 'Na' em ê li dijî vê destûrê bibêjin Na."

Kenar diyar kir, ku hikumeta AKP'ê û Erdogan ji bo ku girseya xwe konsolîde bikin referandûmê dike pêşbaziyeke di navbera partiyan de û wiha got: "Helwesta me li dijî antîdemokratîkkirina pergala destûrî ye. Guherîneke wiha ji kîjan partiyê jî were helwesta me wê Na be" û bang li gelê Pomak kir ku bibêjin Na.

'DIVÊ EM JI REJÎMA YEK ZILAMÎ RE BIBÊJIN NA'

Kenar ragihand, destûra nû heke were qebûlkirin rejîma yek zilamî ya ku bi fiîlî sazkar e wê mayinde bibe, welêt ber bi tartiyê ve bibe û got: "Em gelê Pomak, bi wesfê ku parçeyek ji gelên Tirkiyeyê ne, li dijî hewldana ku kirinên antî-demokratîk werin mayindekirin û li dijî dîktatoriyê divê em bibêjin NA."