DEM-NED: Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê biçin ser sindoqan
DEM-NED'ê ji bo ku di 16'ê Nîsanê de ji faşîzma AKP-MHP'ê hesab were pirsîn bang kir ku her kes dengê 'NA' bide.
DEM-NED'ê ji bo ku di 16'ê Nîsanê de ji faşîzma AKP-MHP'ê hesab were pirsîn bang kir ku her kes dengê 'NA' bide.
Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê (DEM-NED) ji bo referandûmê bang li Kurdan û dostên wan kir.
DEM-NED'ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Li dijî zext,zordarî, çewisandin, dîktatorî û faşîzmê em bang li gelê xwe û dostê gelê xwe dikin ku 5-9'ê Nîsanê biçine ser sindoqan û dengê 'NA' bidin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, faşîzma AKP'ê wê têk biçe û hat ragihandin, armanca guherîna destûrê dîktatorî ye.
Hate gotin, "Têkoşîna dijî dîktatoriya yek zilamî, faşîzmê, li dijî polîtîkaya înkarker peywira her kesî ye ku alîgirê demokrasiyê be' û hate xwestin ku weke 7'ê Hezîranê hêvî were geşkirin."
DEM-NED'ê ji bo parastina cihêrengiyan û ji bo gotina 'NA' ya li dijî mêtingeriyê, nîjatperestî û dijminatiya li jinê xwest ku her kes were qanihkirin da ku biçine ser sindoqan.
DEM-NED diyar kir ku hesabê faşîzma AKP-MHP'ê ya li Bakurê Kurdistanê wê 16'ê Nîsanê were pirsîn.