Ji CÎK'ê peyama ji bo Cejna Zimanê Kurdî
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) got, "Berpirsyariya me hemûyan e ku em zimanê xwe bijîn, bi pêş ve bibin û bigihînin nifşên nû."
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) got, "Berpirsyariya me hemûyan e ku em zimanê xwe bijîn, bi pêş ve bibin û bigihînin nifşên nû."
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî peyamek weşand.
Di peyamê de hate gotin, "Xwedîderketina li zimanê xwe xwedîderketina li nasnameya xwe ye. Zimanê Kurdî yek ji dengên herî qedîm ên Mezopotamyayê ye. Di kilamên dengbêjan, di çîrokên pîrikan, di dilê gel de bi hezaran salan hate parastin. Li gel zext û qedexeyan tine nebû; mîrateyeke ku bi berxwedan û hezkirinê gihîştiye vê astê. Kovara Hawar ku di 15'ê Gulana 1932'an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hate weşandin, ji bo zimanê Kurdî bû rêyeke nû. Ev dîrok ne tenê ya kovarekê ye; biryardariya gelekî ya xwedîderketina li ziman, nasnameya xwe ye. Wezîfeya dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku ziman nasnameya gelekî ye, dîrok, ruh û çanda gelekî ye. Kurdî jî nîşaneya mîrateyeke ji hezaran salî ye."