Rewşa tenduristiyê ya girtiyên li Şakranê nebaş dibe

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Şakranê di roja 50. de ye. Rewşa tenduristiyê ya girtiyan, roj bi roj nebaş dibe.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dawîanîna li binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan roja 15'ê Sibatê hat destpêkirin, di roja 50. de ye.

Rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de ne, roj bi roj nebaş dibe. Tê gotin, rewşa çalakgeran, ku miayeneya wan a tenduristiyê nayê kirin, asta krîtîk derbas kiriye. Girtiyan gelekî kêm kirine û rêveberiya girtîgehê vîtamîna B1 a ji bo girtiyan gelekî girîng e, nade wan.

Li girtîgehê, gef û kiryarên xerab jî naqedin. Rêveberiya girtîgehê gefa "Îşkenceya ku Midûrê Girtîgeha Amedê ya darbeya leşkerî ya 1980'ê nekarî bike, ez ê li vir bikim" li girtiyan dixwe. Ji ber ku gardiyanan malbat û girtî tacîz kirin, girtiyan ji bo şermezarkirina vê rewşê vegeriyan hucreyan.

Melîsa Aydin keça Hasan Aydin ê li Girtîgeha Şakranê girtî ye diyar kir, li pêşiya girtîgehê gardiyan sixêfan li xizmên girtiyan dikin. Melîsa Aydin got, "Ji ber derî dest bi derxistina pirsgirêkan dikin. Her tim pirsgirêkekê derdixînin û bi vî rengî hewl didin pêşî li hevdîtinê bigirin. Di dema hevdîtina gel hev de, ji ber ku gardiyanên li dora maseyê tacîz dikirin, girtiyan hevdîtin di nîvî de hiştin û vegeriyan qewîşan. Bi greva birçîbûnê re rewş girantir bûye. Rewşa li qewîşan hîn girantir e. Eger hewldan neyê kirin, dibe ku girtî jiyana xwe ji dest bidin. Ji vê yekê jî raya giştî û mirovên bêdeng dimînin, wê berpirsyar bin."

Girtiyên li Girtîgeha Şakranê di grevê de ne:

Beşa Girtî ya T3: Zana Yaktin, Îhsan Bakaç, Ozgur Guçlu, Aslan Îlhan

Beşa Girtî ya T2: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mûstafa Akar, Cengîz Dogan, Necet Kaya, Erhan Aryuz, Mûrat Dûman, Kasim Odemîr

Beşa Girtî ya T4: Nayîf Yargin, Veysî Kaya, Yûsûf Ozdemîr, Mihamed Brû, Abdullah Aksû, Şivan Bîlîk, Ronî Yavûz, Ahmed Azad Hacîhamir, Hasan Kasim, Enver Ahmet, Serkan Şahîn, Mehmet Emîn Dag, Devran Makas

Girtiyên jin ên di 25'ê Sibatê de tevlî grevê bûn: Cîhan Asî, Derya Moray, Meryem Soyleme, Hurriyet Dogan û Mahsûme Şedal.