CÎK: Ji bo siberojeke dadmend ‘NA’

Berdevkê CÎK’ê Tûrhali û Endama Şûrayê Gulçetînkaya beriya ku li Ewropa dengdan biqede bi çar rojan bang kirin ku her kes biçe ser sindoqan, dengên xwe ji bo dadmediyê bi kar bînin û xwestin ku her kes dengê ‘Na’ bide.

Berdevka Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hatîce Tûrhalli û Endama Şûrayê Ayşe Gulçetînkaya têkildarî referandûmê axivîn..

‘EM DENGAN KÊM NEBÎNIN, SIBEROJA XWE DIYAR BIKIN’

Tûrhalli got, ‘Em kesên Misilman ku Islamiyetê ji bo xwe esas dibînin ji bûyeran re nikarin bêden bin. Em kesên ku ji dînê îslamê bawer li bendê ne ku civak li gel heqîyê bin û li dijî neheqiyê.

Tûrhalli got, ‘Di referandûmê de  divê mirov biçe ser sindoqan û dengê ‘na’ bide wê gotineke mezin be li dijî neheqiyan’ û wiha domand:

 ‘’Em dibînin ku hin kes girîngî bi dengên xwe nedin. Dibêjim ma dengek çiye. Divê ti kesek dengê xwe ji nedîtî ve neyê. Ev deng wê sibe, siberojan û jiyana neviyên e jî diyar bikin.

Tûrhalli bal kişand ku kesên dengê xwe bi kar tînin rastî êrîşên dijmirovî tên, hewldanên provakasyonê hene û got, ‘’Li gel her tiştî dîsa jî divê em biçin ser sindoqan û siberoja xwe diyar bikin’’ û wiha domand:

‘’Em di pêvajoyeke wiha de ne ku bi daxwaza desthilatdariyê heqê jinan tê tinekirin. Jin têne kuştin, rastî li êşkence û tundiyê tên. Jin li dijî vê zilmê, divê biçin ser sindoqan û bibêjin na. Em Kurd civakek aştîxwaz in. Em carinan neheqî û êşkencele li me hatî kirin zû ji bîr dikin. Divê ev neyên jibîrkirin. Her kes li ser sindoqê divê van bi bîr bîne. Divê misilman li dijî zilmên bin û têbikoşin. Ez li bendê me ku Misilman, Elewî, Êzîdî, Sinnî, kesên baweriya wan nîn e, Ateîst jî li dijî zilm û tundiyê ji bo siberojên xweş biçin dengê ‘na’ bidin. Emrê îslamê ye ku li dijî zilmê têbikoşin. Misilman jî li gor vê fermanê divê van çend rojên dawî biçin ser sindoqê û ji zilmê re bibêjin, ‘na’’

‘DI ÎSLAMIYETÊ DE CIH JI DÎKTATORIYÊ RE NÎN E, DIVÊ HER KES DENGÊ NA BIDE’

Gulçetînkaya jî wiha got:

‘’Heke em misilman bin, bi sincê îslmanê mezin bibin divê em desteke bidine têgîna dadmendiyê ya di îslamê de. Heke dadmendî hebe li pey wê biratî jî were. Ez li dijî vê zilmê, bi mirovbûna xwe, bi jinbûna xwe, bi Misilmanbûna xwe dibêjim, na. Li salonên dadgehê nivîs heye dibêje, ‘’dadmendî hîmê milk e’ Heke îro ev gotin li ser navê hine dî gotibin jî yek ji wan gotinên sereke ye ku îslam ji xwe re weke hîm dibîne û gotina Hz. Omer e. Hz. Omer ji bo dadmendiyê pêk bîne, ji aramiya navîn, civaka tendirist û aram ava bike ev weke hîmê îslamê daniye. Li gor baweriya me di dewletek bi zilmê heta hetayê nikare bimeşe. Niha em dibêjin bila bi kufrê be lê ne bi zilmê. Ji ber ku dînê dadmendiyê nîn e. Dadmendî li ser hemû civakan, li ser dîn e. Niha di rêveberiyên dewletê de alîgirî, li ser navê dîn ferzkirin û zext hene. Em dikarin bibêjin di vê rêveberiyê de dadmendî nîn e û di vê dewletê de tovê îslamê nîn e. Ji bo vê jî em li ser navê îslamê, CÎK ji bo Xwedê em dibêjin ‘NA’. Em bang li her kesî dikin ku bibêjin ‘NA’ Kesên ku heta niha dengê xwe bi kar neanîne jî teqez heta 9’ê Nîsanê biçin ser sindoqê."

Ayşe Gulçetînkaya dema ku dengê xwe bi kar anie wiha got bê li konsolosxanayê rastî li çi hatiye:

‘’Ez jineke nixumandî me. Ez hewl didim ku îslamiyetê temsîl bikim. Dema ku ez çûma konsoloxsxaneyê, jixwe hû dizanin ji ber hilbijartinê mirov bêhtir hene. Zilamekî ji nav hêwirzeyê bag kir, got, ‘’Xwîşkê bila destê te nelerize neçe devereke şaş. Spî ‘erê’ ye, tu nixumdî yî, bila destê te ji ser ‘erê’ neşemite.’

Ti rêgezeke nîn e ku her kesa nixumandî wê dengê xwe bide AKP’ê. Nayê wê maneyê ku her kesa nixumandî wê ji neheqiyên hikûmetê re serê xwe bitewîne. Peywirdarê hikûmetê dema ku em nixumandî dîtin ji wan weye ku em ji wan in. Em jin bêyî ku di bin bandorê hevserê xwe, zar û zêçên xwe de bimînin, li gor ûcdanê xwe em gava xwe davêjin. Dilovanî û ûcdanê me di îslama rastî jî destûrê nade yekzilamî û dîktatoriyê. Ji bo vê jî min dengê ‘na’ da.