Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li Ewropayê

Kurdistaniyên ku li bajarên Ewropa dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Kurdistaniyên ku li bajarên Ewropa dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. 

ESSEN

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, bi organîzasyona Meclîsa Jinên Şengalê-Bêrîvan 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Tevgera Jinê axaftin hatin kirin û  hate gotin, "Qira me anîn, li dijî vê bûyina herî mezin bûyina Rêbertî ye; ev bûyineke gerdûnî ye, bi taybetî jî bûyina jina Kurd e."

Piştî axaftinan Kawa Aktaş helbesteke ji bo Ocalan nivîsî bû xwend.

Li ser navê PYD’ê û Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Qisekeran gotin, "Em rojbûna Rêber Apo ku em bi dinyayê da naskirin, rastiya me dayî me, pîroz dikin. 4’ê Nîsanê li hemû şervanên ku li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin pîroz be."

Pîrozbahî li ber muzîka Hozan Welat bi dirûşmên "Bijî Serok Apo bi dawî bû".

BOCHÛM

Li bajarê Bochûm ê Elmanyayê ji hêla Meclîsa Jinan a Mêrdînê Ş. Axîve bernameya 4’ê Nîsanê hate amadekirin. Zarokên pêşengiya bernameyê kirin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanada 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin. Li ser navê ciwanan axaftin hatin kirin û hate gotin, ‘’Heta ku Rêbertî azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin.’’

DRESEDEN

Li Dresden û Halla Salle a Elmanya Kurdistaniyan bi organîzasyona Meclîsa Jinan UTA û NCKD rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. 

Bernama bi muzîkê bi dawî bû.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê ji hêla Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz ve rojbûna Ocalan hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Têkildarî jiyana Ocalan û Têkoşîna Azadiyê axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan û helbest hatin xwendin.

Bername bi muzîk û govendê bi dawî bû.