Hevdîtinên bi gel re yên li Qelqelî û Serayê vegûherî mîtîngê

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr di çarçoveya xebatên referandûmê de, civînên bi gelên li navçeyên Qelqelî û Seray a Wanê re vegûherî mîtîngê. Bi hezaran kesî bi yek dengî gotin 'NA'.

Ji bo hevdîtinên gel, heyeta ku ji rêveber û rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê pêktê ku di nava wan de Parlamenterê HPD'ê yê Wanê Lezgîn Botan çûn navçeya Qelqelî a Wanê, li ketina navçeyê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazî kirin.

Heyeta ku bi konvoyê li navenda bajêr gel silav kir û piştre derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bûn. Li vir Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Recep Ceylanci axivî û ji bo eleqeye ku gel dayî nîşandan spas kir û banga tevlîbûna tejîkirina sindoqên referandûmê kir.

Hevseroka HDP'ê a Wanê Gulistan Orhan jî axivî û wiha got: "Hemû dîktator li ser navê guhertian Destûra Bingehîn  hatine avakirin. Kurdan dîktatorên weke Sedam û Esad dîtin. Dîktatoriyê baş dizanin. Ji bo ku dîktatorek din neyê em dibêjin 'NA'.

'DI 16'Ê NÎSANÊ DE EM Ê DERSA DEMOKRASIYÊ BIDIN'

Herî dawî Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan xîtapî gel kir û wiha got:

"Bi salan kuştin, qetilkirin. Lê belê gelê Kurd hê li ser piyane û li dijî zilmê li berxwe dide. Biborînin meqermeyên me nîne em belav bikin, lê belê nirxên me yên pîroz hene. Li cem me li şûna meqerneyan, girêdanbûna me ya ji bo demokraî, aşitî, azadî û exlaqê heye. Kesên ku ji aliyê gel ve hatî hilbijartin digrin û li şûna wan qeyûm wezîfedar dikin û dixwazin pêşiya me bigrin. Kesên siyasî digrin di avêjin zindanan, li şûna wan kolanên me bi tank, top,leşker û polîsan tejî dikin û dixwazin dersa demokrasiyê bidin me. Gelê Qelqeliyê li dijî van derbeyan wê di 16'ê Nîsanê de dengê NA bilind bikin û dersa pêwîst a demkrasiyê wê bide wan."

Heyeta HDP'ê û DBP'ê piştre derbasî navçeya Wanê Serayê bûn. Li vir bi otubûsa referandûmê gel silavkirin, Botan û heyeta li gel li pêş avahiya şaredariyê a kar rawestiyan. Li vir heyeta HDP'ê û DBP'ê bi gel re govend gerand û herî dawî serdana dikandaran kir.