Dr. Zekî Gul ku ji salê 1990'î û vir ve grevên birçîbûnê dişopîne diyar kir, ji bo her kesê di greva birçîbûnê de ye asta krîtîk diguhere, lê piştî roja 50'î êdî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dest pê dikin. Gul got, di rojên navbera 60 û 80 de, dibe ku pirsgirêkên gelekî giran rû bidin.
Serokê berê yê Odeya Tabîban a Îzmîrê Zekî Gul, di bin sîwana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) de ji sala 1995'an û vir ve li qada mafên mirovan dixebite. Gul, ji salên 1990'î û vir ve grevên birçîbûnê dişopîne. Dr. Gul grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên 87 girtiyên li 9 girtîgehan nirxand.
'DEMA KRÎTÎK DEST PÊ KIR, DIBE KU PIRSGIRÊKÊN CIDÎ DEST PÊ BIKIN'
Zekî Gul anî ziman, divê rewşa her kesekî tevlî greva birçîbûnê bûye cuda bê nirxandin û diyar kir, bi taybetî piştî roja 40'î, di bedenê mirovan de komplîkasyonên cidî û xisarên veger jê nîne, hatiye tespîtkirin.
Dr. Gul diyar kir, ji ber nexweşiyên çalakgeran ên beriya destpêkirina greva birçîbûnê, her çalakger ji aliyê bedenî ve di asta wekhev de dest bi çalakiyê nakin, lewma dema asta krîtîk ji bo her kesî cuda ye.
Gul destnîşan kir, di roja 50. a greva birçîbûnê de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû didin û wiha dewam kir:
"Pêwîste hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî zêde bibin. Piştî roja 50'î, di sîstema norolojîk de pirsgirêk dikarin derkevin, ku vegera jê nîne. Bi taybetî, di salên 1990'î, 2000'î û piştre de gelek tecrûbeyên rojiya mirinê li vî welatî çêbûn. Dibe ku li tevahiya cîhanê welatekî din nîne ku ewqasî zêde grevên birçîbûnê lê tên kirin. Dema mirov li rewşê dinêrin, yek ji pirsgirêkên herî girîng norolojî ye; yanî sîstema mejî ye. Di grevên birçîbûnê de dibe ku di hemû sîsteman de pirsgirêk der bibin; roniya çav kêm bibe, mirov gêj bibe, di daqurtandinê de êş û şewat rû bide. Li gorî tecrûbeyên beriya niha, em bi van hemûyan dizanin. Tenduristiya baş, pêwendiya xwe tenê bi rewşa bedenî û giyanî nîne. Pêwîstî bi başiya civakî jî heye. Ji ber vê yekê, ya divê were kirin ew e; ji bo jiyana çalakgerên di greva birçîbûnê de were parastin, hewldan bên kirin. Eger tenê li ser aliyê tibî yê mijarê were rawestîn, wê ev yek zerarê bide pêvajoyê. Weke Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) armanca me ne tibîkirin e, armanca me ronîkirina di çarçoveya exlaqî de ye. Her wiha em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku ji aliyê başiya civakî ve divê çi werin kirin."
'NEDANA VÎTAMÎNÊN PÊWÎST, TIŞTEKÎ GELEKÎ ŞAŞ E'
Dr. Gul anî ziman, ku ji wan re tê gotin, vîtamînên pêwîst ji çalakgeran re nayê dayîn û diyar kir, ew hêvîdar in ev agahî şaş be. Gul got, "Di greva birçîbûnê de mirov heta radeyekê şekir û glîkozê digirin. Daneyên li ser rêya vê yekê girîng e. Weke TTB me rêjeya ku divê bê dayîn, ji girtîgehan re şand. Lê belê divê ji parêzer û malbatên çalakgeran re jî ev agahî were dayîn."
'JI BO BAŞIYA WELÊT, DIVÊ EM BIKEVIN NAVA HEWLDANAN'
Gul destnîşan kir, ku piştî roja 50'î êdî asta rûdana nexweşiyan dest pê kiriye û got, di dema navbera rojên 60 û 80'î de dibe ku pirsgirêkê gelekî giran rû bidin. Gul wiha dewam kir: "Ji bo başiya welêt, divê em bikevin dewrê. Eger zerar li yekî bê, yek jiyana xwe ji dest bide, encamên vê yekê wê hilweşîner be. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, tenduristiyê weke hevgirtina bedenî, ruhî û civakî pênase dike. Ev yek girîng e. Eger em li gorî vê pênaseyê tevnegerin, em çiqasî tenduristiya xwe baş bibînin jî, ev yek wê ne rast be. Eger ev yek bi hilweşînekê biqede, eger bi xisara li bedena bi sedan mirovî biqede, em ê nikaribin qala başiya civakî ya vî welatî bikin. Em nikaribin qala başiya xwe bikin."