Li Marsîlyayê xebatên ji bo dengê 'NA' dewam dikin
Li Marsîlyayê, xebatên ji bo dengê 'NA' yên li dijî dîktatoriyê dewam dikin.
Li Marsîlyayê, xebatên ji bo dengê 'NA' yên li dijî dîktatoriyê dewam dikin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, xebatên ji bo dengê 'NA' bi xurtî dewam dikin. Berdevkê Koordînasyona Hilbijartinê Yilmaz Açikyuz got, "Heta niha 5700 deng hatine dayîn. Li gorî tespîtên me, 2676 ji van dengan ên me ne."
Açikyuz ragihand, divê berdevkên bajar û navçeyan bênavber bixebitin û hilbijêran bînin ser sindoqan."
Açikyuz diyar kir, di çarçoveya plansaziyê de heyetên wan her êvarê serdana esnafan dikin û roja Înê jî bi civînekê, rewşa dawî binirxînin.