Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Li du qadên cuda bi beşdariya delegeyên ji her qada kar kongre hate lidarxistin û biryarên wê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî ya cîhanê re hatin parvekirin. Di kongreyê de PKK'ê biryar da ku çekan dîne û hemû karên bi navê PKK'ê têne kirin rawestîne.
Di dawiya kongreyê de ji damezrînerên PKK'ê Dûran Kalkan axivî. Axaftina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
"Di nava van sê rojan de di çarçoveya perspektîf û daxwazên Rêber Apo de me nîqaşeke girîng meşand û biryarên dîrokî wergirtin. Bêguman eger ev biryar bê bicihanîn wê pêvajoyeke nû bide destpêkirin, li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û pêşvebirina jiyana demokratîk a mirovahiyê wê pêvajoyeke pêngavî bide destpêkirin. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin. Bi vê kongreyê re me bi rengekî eşkere me plansazî û pênasekirina vê pêvajoyê nekir. Lê belê me heta dawiyê pêşî lê vekir. Çi pêwîst e, li ser vê bingehê divê çi bêne guhertin û li pişt bê hiştin, me bi şênberî raxist pêş çavan. Ev yek bi serê xwe encameke. Li ser bingeha vê pêşîvekirinê, em ji dil bawer dikin ku gavên pêşketinê yên nû wê li ser xeta Apoyî pêk werin. Ji têkoşîn û hewldanên li ser vê bingehê bêne meşandin re em serketinê dixwazin. Em hêvîdar in ku ev yek wê ji bo gelê Kurd, jin, ciwan, gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê di rêya azadî, wekhevî, başî û edaletê wê pêşketinên girîng bi xwe re bîne. Li ser xêrê be, pîroz be. Em hêvîdar in ku ev biryarên me ji her cûre pêşketinê azadîxwaziyê re bibin wesîle. Nîqaşên ku me li ser pêşnûme biryaran meşand, hem tevlîbûna giştî hem jî rewşeke hîn kûr û şênber afirand. Baş bû, bi wate bû. Em bawer dikin ku bi serketî gihîştine encamê.
Herî dawî çi dikare bê gotin? Ev dawî ji pêşîvekirina li ya nû pêk tê. Lewma weke ku hevalên beriya niha jî axivîn û gotin, cihê coş û kêfxweşiyê ye. Nayê wateya tinebûn, qedandin, dawîlêhatinê, rizandinê, mirinê. Berevajî vê yekê tê wateya vejîneke hîn xurt, hîn bi bandor û rast, pêşîvekirina li vê yekê ye. Ji ber vê yekê em dikarin hin tiştan bibêjin. Ne bi vî rengî bûya me nekarîbû tiştekî bibêjin. Lewma dibe ku kêrhatî be ku mirov balê bikişînin ser hin xusûsan. Ev kongreya 12'emîn a PKK'ê ye. Ji bilî kongreya 4'emîn beşdarî hemû kongreyên PKK'ê bûm. Di nava hevalan de yê herî bi şens, di nava kesên ku partiyê derfet pêşkêşî wan kir de dibe ku yê sereke ez bim. PKK tine nebû, bi pêşdîtina Rêber Apo, bi hêza wî ya rêveberiyê, bi ked û hewldanên wî. Herî dawî gotibû, ez ne Mesîh im, çend caran dubare kir. Xwest bibêje, her tiştî bi kedê, bi hewldanê diafirînim, 24 saetan bi van pirsgirêkan dijîm, kûr dibim. Pêvajoya derbasbûyî jî bi vî rengî bû. Lê belê li gorî pêşdîtinê, yan jî bi wateyeke teng a gotinê PKK'ê serketinek bi dest nexist. Lê belê ji xusûsê ku bi serketinê têne pênasekirin qat bi qat, bi sedan qatî serketin bi dest xist, pêşketin afirand. Di nava têkoşîna 47 salan de ya ji kongreyê û vir ve, dipirsin hinek, dibêjin 'filan çi afirand, PKK'ê çi afirand', mirov dikare bersiva 'Ma çi neafirand?' bide. Dîrokeke berevajî kir. Ji bo Kurd û Kurdistanê ev yek pêk hat. Eger ne ji pêngava Rêber Apo, ne ji têkoşîna 47 salan a PKK'ê bûya niha bi navê Kurdîtiyê tiştek wê li jiyanê nemabûya. Divê heval bi rastî jî bi vê zanibin. Jiyana me şahidê vê ye. Ev yek ne pesindayineke, nepixandina PKK'ê nîne. Lewma qala vejîna Kurdan tê kirin. Belê jinûve hebûn, pêhesandina ji xwe, ketina ser rêya azadiyê, afirandina îrade û hişmendiya azadiyê ev hemû bi PKK'ê re bûn. Belê dema PKK ava bû, tevgera çep û sosyalîst a li Tirkiyeyê ji gelek koman pêk dihat, gelekî xurt bûn, her yek ji wan. Hêza PKK'ê ne bi qasî nîvê hêza gelek rêxistinan bû. Rêber Apo digot, 'Rêxistinên çep ên li Tirkiyeyê xurt bûn, karên li Tirkiyeyê dimeşandin, em derbasî Kurdistanê bûn ku em Kurdistanê bigihînin wê astê'. Got, 'Asta hişmendî û rêxistinî ya li Kurdistanê li paş mabû'. Bi vî rengî berê xwe da Kurdistanê. Encam çi bû? Piştî darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'î ew atmosfer hemû tine bû. Eger PKK nebûya, niha gelek kom, rêxistin hene ku îdîa dikin, hewl didin bi rengekî hişk bijîn, lê belê hebûna wan a niha hemûyan encama têkoşîna PKK'ê ye. Eger li Tirkiyeyê hêviyeke demokratîkbûnê hebe, qala şoreşê, biratiyê, azadiyê tê kirin, ev hemû bi saya PKK'ê ye.
Bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bi heman rengî dikare bê nirxandin. Dema ku PKK'ê gav avêt nava têkoşîneke polîtîk a bi bandor, dest bi şer kir, di nava sala 1980'î de reel sosyalîzm hilweşiya bû. Rêber Apo di kongreya 3'yemîn de ev yek bi şênberî îlan kir. Partiya Komunîst a Sowyetê jî heman salê kongre çêkiribû. Nirxandinên Gorbaçov jî hebûn. Hemû rexne kir. Hîn wê demê gotibû, 'Bi van polîtîkayan paşeroj nîne, di demeke nêz de wê hilweşe, ev polîtîka wê biqedîne. Li hemberî vê sîstemê, li hemberî sîstema ku DYE pêşengiyê jê re dike wê bi vê yekê çawa karibin li ser piyan bimînin'. Bi rastî jî 4 sal derbas nebûn sîstem hilweşiya. Rêbertî carekê pirsî, 'Eger Îslamiyet li Mekkeyê tasfiye bibe, wê li kîjan devera cîhanê bimîne?' Ev yek ji bo vê gotibû, 'Eger li Moskowayê Sosyalîzm tasfiye bibe hîn wê li ku bimîne, wê li ku karibe bijî? Ji wir destpê kir. Eger li wir tine bibe, wê hîn li ku bimîne?' Niha li tevahiya cîhanê eger ji bo sosyalîzmê hêvî û bawerî hebe, îrade hebe, lêgerîneke hebe, ramangerên nû derketibin holê, rêxistiniyên nû hatibin afirandin, bi taybetî li gel tevgera ked û karkeran tevgera azadiyê ya jinê, tevgerên ekolojîk weke hêzên nû bi bandor bi pêş dikevin, ev hemû bi saya fikir, nirxandinên Rêber Apo ye, encama paradîgmaya şaristaniya demokratîk e. Niha kes ji aliyê fikrî ve xwe ji wir xwedî dike. Hêza fikrî, çalakî û rêxistinî li wir dibîne. Her kesên baweriya xwe bi azadî, wekhevî, jiyana komunal tînin piştî hilweşîna reel sosyalîzmê baweriya xwe ya ji bo pêkanîna vê yekê ji fikrê Rêber Apo werdigirin. Rêber Apo jî bi rêxistin û tevgera PKK'ê ev fikir afirand. Kêlî bi kêlî xist pratîkê, li wan pirsî, ji wir fikrê teorîk afirand, ev veguherand teoriyê, bi pêşketina teorî û pratîk a di zikhev de ev yek afirand. Li holê rastiyeke bi vî rengî ya şênber heye. Ji ber vê yekê bindest, gel, mirovahî di serî de jin, ciwan xwedî li Rêber Apo derdikevin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rastî jî pêngaveke gelekî bi bandor dan destpêkirin. Ev yek ne hêsan bû, ne lawaz bû, hemû weke encama fikrên Rêber Apo afirîn, bi hewldanên wî bûn. Bi bandora têkoşîna li Kurdistanê bû. Têkoşîna me ya azadiyê ji aliyê bicihanîna xetê ve çiqasî kêmasiyên xwe hebin jî bi hêza ji fikrê Rêbertî wergirtî ev yek pêk anî. Mirovahî bi rastî jî bi Kurdî dimeşe, mirovahî hêz, coş û kelecana xwe ya nû ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê werdigire. Ji van a sereke jî bêguman xeta azadiya jinê ye ku Rêber Apo da destpêkirin. Hişmendiya ekolojîk xwedî vê yekê ye. Bûyîna xwezaya duyemîn, weke civak pêşketin bi jiyana li ser bingeha azadiya jinê ve girêdayî ye. Pêşketina xeta azadiyê ya jinê li ser vê bingehê dîrok jî sererast kir, ku sîstem, mejî û siyaseta bi mejiyê mêr hem ji aliyê dîrokî ve di asta teorîk de rexne kir, hem bi pratîkî lêpirsî, rexne kir û li pêşberî vê yekê hêza civakîbûna mirov ya ku pişta xwe dispêre azadiya jinê hate nîşandan. Feraseteke nû ya dîrokê afirand, dîroka Şaristaniya Demokratîk wê îfade dike. Pênaseyeke nû ya civakê ava kir, di rêveberiya jiyana azad û demokratîk de nûbûnên nû çêkir ku xwedî naverokên paradîgmayî bûn. Her ku ev yek vediguhere têkoşînê, rê li ber pêşketinê vekirin. Berê her kesî li vê ye. Belê bû asoyek ji gelan re, ji bo gelê Kurd bû mîladek, xist ser rêya azadiyê, zane kir bi rêxistin kir, li Tirkiyeyê demokrasî afirand, li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengiyeke mezin ji pêşketina demokrasiyê re dike, xizmetê dike, di heman demê de siyaseta vê desthilatdarî û dewletê jî xwedî cihekî girîng e. Gelek derdorî xwe ji vê derê xwedî kirin. Li Tirkiyeyê gelek mirov ku li ber qedandinê bûn, ji nû ve bi ser xwe ve hatin bûn Serokwezîr, bûn Serokkomar, nizanim bûn serokê çi, bûn xwedî desthilatdariyê. Encamên têkoşîna PKK'ê nirxandin. Ji bo yên xwedî berjewendiyan firsendên bi vî rengî pêşkêş kir vê têkoşînê. Çima? Ji ber ku sîstema li Kurdistanê bi vî rengî ava bû. Înkar û îmhaya li ser Kurdistanê, parçebûna Kurdistanê, sîstema qirker mêtinger li ser vê bingehê hate avakirin. Ev yek sîstemeke şer bû. PKK'ê ev şer li tevahiya Kurdistanê belav kir û piştî ku ewqasî dirêj kir her kesî hewl da qezenca xwe ya polîtîk ji têkoşîna PKK'ê xwedî bike. Ev yek rastiyeke. Berhemên ku PKK'ê afirandiye, asta wê ya bandorê bi vî rengî ye. Bêguman ne ku ji bo ew sûdê jê werbigirin têkoşiya, li dijî wan têkoşiya. Lê belê rewşeke welê heye ku Rêber Apo jê re 'Xefika Kurd' digot, dema ku li hemberî dijminê herî zalim jî têdikoşiya, yekî din, yekî pê re nakok e, hewl dide jê sûdê werbigire. Ev sîstema dewlet û desthilatdariyê bi vî rengî ava bûye. Avahiya wê bi vî rengî ye. Wê demê divê ew bi temamî ji holê bê rakirin. Mirov dikare van careke din bînin ziman.
Me nîqaş kir, di nivîsan de jî hebû. Divê em karê ku PKK'ê kiriye bi rastî jî baş fêhm bikin. Divê em pêşketin û mîrateya wê baş zanibin. Divê em têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê ya li ser bingeha azadiya jinê li Kurdistanê û Tirkiyeyê hîn bêhtir bi pêş ve bibin, li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bikin. Ji bo vê jî divê em wê mîrateyê bi rengekî rast û bi bandor bi kar bînin. Ji bo kirina vê yekê bi têra xwe mîrateyeke fikrî û pratîkî heye. Tenê em karibin wan fêhm bikin, karibin bi rengekî rast bi kar bînin. Em dikarin bi hêsanî vê bimeşînin. Divê em li hin encaman nealiqin, di fikir û nirxandinê de. Biryara fesixkirinê, biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî. Belê ev tê çi wateyê? Çima gihîşt vê astê? Di nava tevgera Apoyî de eger xwedîderketineke xurt li biryarên vê kongreyê çêbibe û di asteke bilind de bêne bicihanîn, wê encameke çawa bi xwe re bîne? Divê em vê yekê bibînin. Di vê çarçoveyê de weke ku hinek hevalan jî bal kişandin ser, divê em bi xurtî rexnedayin û rexnekirinê bikin. Hinek hevalan gotin, divê em hîn bêhtir kûr bibin, belê divê em gelekî xwe kûr bikin. Rêber Apo jî balê dikişîne ser vê yekê. Ev hemû wê çawa bi pêş ve biçe, ne diyar e, wê Rêber Apo derfet bibîne ku bimeşîne yan na? Lê belê pêwîstiya me bi vê heye. Milîtanên dema nû, milîtanên ku sosyalîzma neteweya demokratîk bimeşînin wê bi vî rengî be. Ev yek rewşeke fîîlî ye. Rewşa giştî ya biryarê ye. Ne ji ber ku hinek dixwaze tê kirin, ji ber ku bi rastî jî pêwîstiya me bi vê heye divê em bikin.
Guhertin û veguhertineke bi vî rengî ya radîkal êdî pêwîstî ye. Rêber Apo hemû hêza xwe seferber kiriye û li ser bingeha biryarên vê kongreyê hewl dide ya ku berê nekarî bê kirin, bike. Pêvajoya li pêşiya me eger wê bi pêş bikeve, wê li ser vê bingehê be. Biryarên vê kongreyê ji bo pêşketinên welê zemînê pêşkêş dike. Me biryarên ku karibin vê pêk bînin wergirt. Ev eşkere ye, me şênber kir. Me bersiv dan daxwazên Rêber Apo. Lê belê wezîfeya me ne tenê wergirtina biryaran e. Ne tenê fermîkirina daxwazên Rêber Apo ye. Bi vê yekê re, bi biryarên me li vê derê wergirtî re erk û wezîfeya me naqede. Gelekî girîng e ku em vê bibînin û fêhm bikin.
Belê me pêşî vekir ku Rêber Apo bi rê û rêbazên nû vê guhertin û veguhertinê bike, guhertina îdeolojîk û stratejîk a 30-35 sal in dixwaze di nava tevgerê de bike, lê ev guhertin wê bi me pêk were. Guhertin wê ji me destpê bike. Rêber Apo pêk aniye. Xeleka navberê ya ku vê guhertinê bigihîne sîstem û civakê, em in. Kadro ne, rêxistinên civaka demokratîk, rêxistinên me yên siyaseta demokratîk ên li her qadê ne. Kadroyên demokratîk, şoreşger xeleka navberê ne. Guhertin û veguhertina Rêber Apo ku ev guhertin bi ser xistiye, wê bi rêya me derbasî nava civakê û gel bibe û sîstemê bide guhertin. Pêşeng û xeleka navberê ya pêvajoyeke bi vî rengî em in. Eger di şexsê me de pêk were wê di pratîkê de bi ser bikeve. Wekî din nabe. Eger em vê nebînin, bi vî rengî beşdar nebin, nekevin nava hewldanan mesele tenê bi hewldanên Rêber Apo nabe. Bi biryarên me wergirtî re belê me rê vekir lê belê nûbûn pêk nayê, guhertin pêk nayê, gavên nû nikare bê avakirin, avakirinên nû pêk nayê. Ev hemû bi guherîn û veguherîna me ve girêdayî ne. Eger me berê di mejî, rêbaz, ûslûb, rêxistinbûnê de guherîn û veguherînê di dema xwe de karîbûna bikira, eger me bi xwe ev kiribûya ji xwe ev rewş rû nedida. Niha jî eger ev gav wê bi ser bikeve bi guherîn û veguherîna me re wê pêk were. Naxwe wekî din nabe. Ji ber vê yekê, li ser vê bingehê têkoşîneke mezin destpê dike. Pêvajoyeke welê destpê dike ku divê em hîn bêhtir çalak bin, bi roleke çalak rabin. Kes nikare li derveyî vê bimîne, kes divê li derve nemîne. Divê em xwe li ser xeta Apoyî li ser bingeha paradîgmaya nû bi rengekî rast û têrker biguherînin veguherînin. Pêkhatina van hemûyan bi me ve girêdayî ye. Şert û mercên ku Rêber Apo di nav de ye li holê ne. Hêza xwe heye, têdikoşe, gel piştgiriyeke xurt dide wî, mirovahiya demokratîk heta astekê nas kir, piştgiriyê dide wî, lê belê eger piştgiriya rêxistinê nebe, piştgiriya kadro nebe, eger piştgiriya civaka rêxistinbûyî nebe, ma Rêbertî dikare bi tena serê xwe bike? Di nava şert û mercên ku di nav de ye gelo wê karibe vê bike? Wê nikaribe pêk bîne. Em di pêvajoyekê de ne ku ji her demê bêhtir tevlîhev e, nakokiyên xwe hene û zehmet e. Ji her demê bêhtir erk û wezîfe dikevin ser milê me. Bi kadroyên xurt, yên ku Rêbertî baş fêhm dike û di asta pêşengiyê de li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derdikevin û derdora xwe jî li ser vê bingehê bi rêxistin dike, ev pêvajo dikare bê qezençkirin. Wezîfeya bingehîn dikeve ser milê me ku me ev biryar wergirtiye. Wezîfe dikeve ser milê hevrêyên di kongreyê de ne. Di nava tevgerê de divê em jinûve avabûnekê, guhertin û veguhertineke ku Rêber Apo dixwaze pêk bînin û vê bigihînin tevahiya civakê. Divê em jinan, ciwanan, gelan li ser vê bingehê perwerde bikin, bi rêxistin bikin, bikin ku tevlî vê pêvajoyê bibin û xizmetê jê re bikin. Wezîfe û berpirsyariyên me di vê çarçoveyê de ne.
Belê me biryara fesixkirina PKK'ê wergirt. Me biryar da ku avahiya wê ya rêxistinî bê fesixkirin. Em karên wê, hebûna wê radiwestînin. Lê belê em bi vê zanin ku PKK tevgereke Rêbertî ye. Rewşa çalakî û rêxistinkirina rastiya Rêbertî ye. Rêber Apo PKK weke partiya şehîdan pênase kir. Belê avahiya rêxistinî ya PKK'ê bi rastî jî dikare bê guhertin, bê tasfiyekirin, tê kirin jî. Dikare bê fesixkirin. Lê belê fikrê wê nikare bê fesixkirin, xeta wê ya îdeolojîk-polîtîk ji holê ranabe. Ruh, hest, fikir, mîrateya wê tine nabe. Rastiya Rêbertî, rastiya şehîdan me vegot, bi kurtasî. Me qala nirxên bi têkoşîna PKK'ê re hatin afirandin kir. Kî dikare van nirxan ji holê rake? Kî dikare wan tine bike, ji holê rake? Kes nikare bike.
Weke encam dixwazim vê yekê bibêjim. Ev destwerdana Rêber Apo ji bo me banga ji bo têkoşîneke hîn rast, xurt û bi bandor e. Biryardariyên heyî jî vê yekê îfade dikin. Rêbertî dibêje, 'Xwe hîn rast fêhm bikin, hîn baş bi rêxistin bikin, hîn xurt bibin xwedî rêbazekê ku fikrên min bi cih bêne anîn'. Wê demê erk û berpirsyariya me bi biryarên ku me wergirtine kêm nebû, lê zêde bû. Em li ser vê yekê radiwestin. Hêzên dijber ne tenê desthilatdariya AKP'ê, ne tenê dewleta Komara Tirkiyeyê yan jî hevkar û neteweperestên wan e, ya li hember xuya dike sîstemeke. Li hemberî wê têkoşîn tê meşandin. Têkoşîneke bi vî rengî ya berfireh û xurt tê meşandin. Bi qasî ku me ev têkoşîn meşand em ê karibin guherîn û veguherîna navborî pêk bînin. Yanî aliyekî hember ê ku ev qebûlkiriye nîne, li hemberî me mejî, siyaset, sîstemek bi vî rengî nîne. Divê em ti carî ji bîr nekin; dijminek li hemberî me heye ku dixwaze di her kêliyê me bixapîne û bifetisîne, tine bike. Bi hezaran dijmin hene, her dever dagirtî ne. Ji çar aliyan ve em di bin êrîşa dijminên bi vî rengî de ne û wê êrîşên xwe dewam bikin. Hevalan bal kişandin ser ku ev yek wê hîn bêhtir rû bidin. Belê rast e. Dibe ku tişta têne kirin hemû hîle bin, lîstikek bin, ji bo me bixapînin dikin. Ji ber ku di têkoşîna li ser berjewendiyan de tiştên bi vî rengî normal e. Divê em nebêjin, ewqasî soz dane, ma dibe bi vî rengî tevbigerin. Wê tevbigerin, ji ber ku taybetmendiya wan ev e, feraseta wan ev e, pîvana wan ev e. Ev yek ji bo wan weke cihê pesindayinê tê dîtin. Kî dikare vê baş bike, yê herî bilind dibe ew e. Di nava xwe de dikin, çavê hev derdixînin. Hevdu kuştin, darvekirin. Em li dîrokê vegerin û bibînin bê xwediyê vê dewleta li hemberî me çi bi hev kirin. Çima em xwe li safbûyînê dînin? Her hal ev rastî ji holê ranabin, em nikarin wan ji bîr bikin. Wê demê divê em bibin hêza têkoşînê, hîn bi xurtî bisekinin û ji bîr nekin ku em xwedî hîn bêhtir wezîfe û berpirsyariyê ne.
Em dest bi guherîn û veguherîn dikin. Ev kongre divê bide destpêkirin. Em ê guherîn û veguherîneke xurt bikin. Em vê çawa dikarin bikin? Pêwîste em hîn bêhtir li ser rastiya Rêbertî kûr bibin, kûrbûna mejî û hestê hîn mezin bikin, pratîka xwe li ser xetê hîn bi wêrekî bi cih bînin. Em bi vî rengî em bandorê li hev bikin, dikarin bi cih bînin. Bi rastî jî ev gelekî girîng e. Hevrêtî di vê demê gelekî girîng e. Diyaloga bi hev re, guhdarîkirina li hev, ji bo çareserkirina pirsgirêkan piştgirî û hêzdayina ji hev re, pêwîstiya hevrêtiyê ye. Pêwîstiya me hemûyan bi vê heye. Min di destpêkê de jî got, bi hevrêtiya Rêber Apo em ewqasî li ser piyan man û meşiyan. Li gel hemû kêmasiyan jî me karîbû her cûre astengiyan ji pêşiya xwe rakin. Diyar e em dikarin hêzeke xurt, piştgiriyeke xurt bidin hev.
Rêxistinbûyîn şeklek nîne. Burokrasî nîne. Bi taybetî rêxistiniya partiyê qet ne welê ye. Rêxistina milîtanên şoreşger, sosyalîstan bi şeklî nabe. Şekil ji bo tevgerên weke Tevgera Apoyî derbasdar nîne. Sosyalîzma Ewropayê ev afirand, Sosyalîzma Rûs jî ji xwe re kir esas, Lenîn herî zêde li ser sekinî; 'Xala rêziknameyê wê bi vî rengî be' qiyamet rakirin. Lê ya rastî ne welê bû. Meşa pêxemberan, meşa fîlozofan ne welê ye, meşa tevgerên mezin ên fikrî ne welê ye. Rêber Apo got, tevgera min ji tevgera burokratîk sosyalîst wêdetir hîn bêhtir nêzî tevgerên azadiyê, tevgerên pêxemberî ye. Ya rast, bi rastî jî ev bû. Divê em Apoyîtiyê veguherînin jiyanekê. Em bi vî rengî hînî Rêbertî bibin. Rêbertî xwedî hêza fikrî ye. Rêber Apo got çi? Got, 'Ez ê li gorê jî rola xwe dewam bikim'. Ev dihat çi wateyê? Ez hêzekî fikrî me, fikrê min bi rê ve dibe. Wezîfe û berpirsyarî beriya her tiştî ev e ku mirov xwe bigihînin vê astê. Dema me ev kir, guhertin û veguhertineke bi vî rengî pêk anî, erk û berpirsyariyên xwe kêlî bi kêlî bi cih bînin em dikarin bibin hêza herî xurt a rêxistinî, li hemberî her cûre êrîşan dikarin li ber xwe bidin, pêşdîtina me jî wê xurt be, em ê karibin pêşdîtina rastiyê bikin. Ya herî girîng jî em ê karibin zû biryarê werbigirin û bi hev re bixebitin. Em dikarin kolektîvîzmê di nava xwe de bi rengê herî xurt pêk bînin. Bûyîna bi vî rengî tiştekî nebaş nîne. Hêza rêxistinî, tevlîbûna li Rêbertî bi vî rengî dibe. Rêber Apo ji bo hevalên ku destpêkê tevlî bûn, ji bo Hakiyan, ji bo Kemalan gotibû, 'Digot, em nediaxivîn, dema ku me li çavê hevdu dinihêrî me ji hev fêhm dikir. Piştre jî her kesî zanîbû wê çi bike û diçû dikir'. Divê tevgera Apoyî bi vî rengî bê dîtin, pênasekirin. Apoyîtî bi vî rengî, bi vî rengî ava bû. Yekbûna şehîdan a bi Rêbertî re li ser vê bingehê bû. Hakî, Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Fûat, Riza heval bi vî rengî bûn. Gelek heval şahid in, ez jî weke şahidekî dixwazim tiştên min dît ji hevalan re bibêjim. Min bi xwe qet nedît ku Rêbertî çend deqeyan rûnişt li ser hin mijaran bi hevalê Hakî re axivî. Demeke dirêj em bi hev re li malê man, lê min qet şahidî ji vê yekê re nekir. Hîn wê demê Rêber Apo fikrê xwe nekiribû nivîskî, rêxistinek tine bû, tecrûbeyek tine bû, ti tişt tine bû. Lê belê ew rastî dîtibû, Rêbertî fêhm kiribû û tevlî Rêbertî bûbû. Esasê PKK'ê ev e.
Biryarên vê kongreya me bi rastî jî wê demekê bi dawî bike, wê pêşî li destpêkirina demeke nû veke. Ti êrîşa dijmin nikare vê asteng bike. Her cûre êrîş, ji ku tê bila bê bi sekneke welê em ê karibin bişikînin. Ji bo bi xurtî tevlî pêngava Rêber Apo bibin em jî seferber bûne. Helwesta me ya rast ev e. Dema em bi vî rengî be teqez em ê bi ser bikevin. Vê kongreyê pêşî li vê vekir. Bicihanîna biryarên kongreyê bi rastî, derfeteke pêngavî ya nû dide me. Zemîn û firsendê dide Rêber Apo ku pêngaveke xurt pêk bîne. Ji vê baştir tiştekî din nîne.
Bi qasî ku me biryarên kongreya xwe baş fêhm kir û bi bandor xiste meriyetê wê bibe destpêka pêngavên nû. Wê bibe destpêka pêngavên şoreşger, azadîparêziya jinê, demokratîk, enternasyonalîst, Rêber Apo got, sosyalîzma civaka demokratîk, wê bibe destpêkirina vê pêngavê. Em ji vê yekê bawer dikin. Li ser vê bingehê bang dikim ku bi rexnekirin û rexnedayinê em xwe nû bikin û pêvajoyê rast fêhm bikin, tevlî rastiya Rêbertî bibin, bi rengekî çalak ê nûbûyî hemû hevrê tevlî bibin. Ev yek wê encamekê bi xwe re bîne. Bang li hemû hevrêyan dikim ku li dora Rêber Apo, bi fêhmkirineke rast, pêngavên nû yên Apoyî pêk bînin, bibin afirînerên wê. Li ser vê bingehê ji hevrêyan hemûyan re serketinê dixwazin. Şehîdên me yên leheng bi hurmet û minet bi bîr tînim. Rêber Apo bi hesreteke kûr bi hurmet silav dikim. Bijî Rêber Apo, Bijî Serok Apo."