BI DÎMEN

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kaytan û Altûn li Qamişloyê hatin bibîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên di encama danezanê ya Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, li Qamişloyê hatin bibîranîn.

Kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Fûat (Alî Haydar Kaytan) û Riza Altûn ên di encama danezanê ya Kongreya PKK’ê ya 12’emîn de hatin îlankirin, li Qamiloyê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ve hat lidarxistin.

Bîranîn li Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişloyê hat lidarxistin. Bi hezaran xelkê bajarên Qamişlo, Til Hemîs, Amûdê, Tirbespiyê, koçerên Efrîn û Şehba tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Rêber Apo hatin hildan.

Di bîranînê de peyama Rêber Apo ya ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şandîbû hat xwendin.

Dûre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Emar Mûsa axivî û got: "Her du têkoşerên Kurdistanê 52 sal di Tevgera Azadiya Kurdistanê de tê koşiyan û li tevahî Kurdistanê geriyan. Em fedakariyên her du pêşengan silav dikin û tevahî şehîdan bi bîr tînin.

Pêvajoya heyî pêvajoya Rêber Apo ye. Rêber Apo di vê pêvajoyê de gelê xwe gihand asta demokrasiyê. Bêyî hebûna Rêber Apo hebûna me nîn e. Ev destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê li gorî paradîgmaya Rêbertî bûn û ew ji bo hemû bindestan in.”

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo axivî û got: "Kongreya PKK’ê ji bo her du têkoşerên şoreşger ên PKK’ê, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn diyariyek bû, ku wan wefadariya rastîn bi Rêber Apo re îsbat kir. PKK’ê sala xwe ya têkoşînê ya 52’yan temam kir, têkoşîneke mezin bi berdêleke giran da. Bi saya hezaran lehengên şehîd bûne, bû sembola ruh, felsefe û rastiyê. Divê em hêza xwe xurt bikin, ji ber rastî di hemû deman de heye û zindî ye. Dijmin li pêş vîn û hêza gel têk çû. Dewleta Tirk a dagirker li pêş vîna Rêber Apo ket. Banga Rêber Apo ji bo gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn û gelên demokrat e.”

Dûre sînevîzyona li ser jiyana her du şehîdan û têkoşîna wan hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.