CDK-F: Em biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin

CDK-F bibîr xist, dengdana li Ewropayê ya ji bo referandûma 16'ê Nîsanê wê piştî çend rojên din biqede û bang li dengdêran kir, ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.

Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li dengdêrên li Fransayê kir, ku biçin ser sindoqan.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dengdana li konsolosxaneyan û hat gotin, "Ji bo bidawîbûna dengdanê, 4 roj man. Ji bo dîktatoriyeke din a faşîst li axa Kurdistan û Anatoliyê serdest nebe, divê em vê pêvajoyê baş bi kar bînin. Ji bo jiyaneke bi hev re, azad û bi rûmet a gel û baweriyan, pêwîste em vî karê xwe bi ser bixînin.

Çawa ku Kurdan di sibeha 7'ê Hezîranê de dawî li desthilatdariya AKP'ê anîn, di serî de Kurd, divê hemû demokrat, rêxistinên civakî yên sivîl, şoreşger û mirovên bindest, ji bo demokratîkbûna welêt, aştî û azadiyê, xwe li dijî faşîzm û dîktatoriyê li dora dengê 'NA' bi rêxistin bikin û bi vî rengî tevbigerin.

Çawa ku Mehmet Tûnç li dijî AKP û çeteyên wê yên ku êrîşî gelê sivîl ê li Kurdistanê kirin û bajarên Kurdan şewitandin û xerakirin, serî netewand û li ber xwe da, em Kurd jî divê li dijî dîktatoriya Erdogan, li dijî zîhniyeta wî ya tekparêz rabin û bêjin 'NA'. Li ser vê bingehê, lazim e gelê me yê li Ewropayê bi şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin' dengê xwe bide û van çend rojên dawî baş bi kar bîne û biçe ser sindoqan."