Li London û Japonyayê xebatên ji bo dengê 'NA' didomin
Kurdistaniyên li London û Japonyayê dijîn, ji bo dengê 'NA' diçine ser sindoqan.
Kurdistaniyên li London û Japonyayê dijîn, ji bo dengê 'NA' diçine ser sindoqan.
Platforma Ciwanan a NAya Brîtanyayê, ji sazî û komeleyên siyasî, baweriyan pêk tê li Londonê ji bo referandûmê konvoyek amade kir.
Konvoy li herêma Harîngey a Londonê, bi 20 wesayîtan dest pê kir. Konvoy di Woodgreen, Palmers Green, Winchmore Hill, Enfield Town, Enfield, Ponders End, Edmonton, Tottenham, Seven Sisters, Stamford Hill, Stoke Newington, Dalston, Hackney, Newington Green, Manor House ku piranî Tirkiyeyî lê dijî derbas bû û li herêma Harîngeyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi dawî bû.
JAPONYA
Xebatên referandûmê yên Kurdên Japonya didome. Kurdên li Japonyayê diyar kirin ku heta 9’ê Nîsanê wê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.
Ayaç Çinar têkildarî xebatên referandûmê ku ji hêla Komelaya Çanda Kurd ve têne organîzekirin agahî da û got: "Me komîsyona hilbijartinê ava kir, em malan ziyaret dikin. Ji bo ku em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin me otobus kirê kirin. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Em bang li hemû Kurdên bihistyar ên Japonya dikin ku heta 9'ê Nîsanê dengê xwe bidin."