Operasyonên li dijî dengdêrên NA: Bi dehan kes hatin binçavkirin

Operasyonên hikumeta AKP-MHP'ê yên ji bo referandûmê dewam dikin. Li Edene, Mersîn, Hatay, Stenbol û Erzîromê 38 kes hatin binçavkirin. Li Dersîmê jî 12 kes hatin girtin.

Beriya referandûmê li gelek bajaran operasyonên binçavkirinê dest pê kirin.

EDENE

Li Edeneyê, polîsan danê sibehê bi rengekî hemwext avêtin ser 20 adresan. Beriya operasyonên tax hatin dorpêçkirin û deriyên malan hatin şikandin. Di dema lêgerîna li malan de, polîsên Tirk her der hate serobino kirin. Di encama lêgerînan de pirtûk, belavok, rojname, afîş, kompitur hatin desteserkirin. Piştî lêgerînan 14 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hinbûn. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. 

Hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: Bavê Eylem Ataş a dema li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest dabû Mehmet Ataş, endamên ESP'ê Aylîn Yildiz, Mazlum Aydin. 

Li aliyê din bi şev di "operasyona aramiyê" de 20 kesên ku der barê wan de biryara lêgerînê heye hatin girtin.

MERSÎN

Li navçeyên Mezîtlî û Yenîşehîrê yên MErsînê jî polîsan bi ser malên xwendekaran de girtin. Li malan lêgerîn hatin kirin, rojname, kompîtur û belavok hatin desteserkirin. Hate ragihandin, 15 kes hatine binçavkirin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. 

Hin kesên hatin binçavkirin ev in: Gulsan Kaya, Nazli Mansuroglu, Esra Guzel Ersoy, Hasret Mesrure Vurucu, Duygu Canitez, Denîz Akbiyik, Yelda Ozturk, Ozlem Uslu, xwendekarên bi navê Ozgur û Baran ên paşnavên wan nehat hînbûn. 

Duh jî li Mêrsînê di operasyona binçavkirinan de di nav de rêveberên HDP'ê jî hene 11 kes hatibûn binçavkirin. Bi vî rengî hejmara kesên hatin binçavkirin derket 26 kesan. 

HATAY

Li Hayatê beriya mîtînga Erdogan ciwanên endamên Hewldana Partiya Azadiya Civakî (TOPG) û endamên Meclîsên Gel hatin binçavkirin. 

Di operasyonan de Alî Ozturk, Onûr Gezîcî, Mesût Soya, Mîthatcan Turetken, Ahmet Dogan, Serpîl Kirdag hatin binçavkirin. Mahîr Mansuroflû û Dogûş Genç ji ber ku ne li malên xwe bûn nehatin binçavkirin. 

STENBOL

Dun êvarê li navçeya Esenler a Stenbolê Sevîm Gurocu û Adîl Gorucu yên li mala xwe muzîka kurdî guhdar dikirn hatin binçavkirin. Bav û keça wî ji ber muzîka kurdî guhdar dikirin hatin binçavkirin. Li bendê ye ku bav derxînin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, keça wî jî derxînin Edliyeya Bakirkoyê. 

ERZÎROM

Li navçeya Tatos a Erzîromê, endamê Meclîsa Şaredariyê Sebahattîn Kiliç hate binçavkirin. Kiliç ê li mala xwe ya li taxa Çîçekbagi hat binçavkirin nehat hînbûn ku ji ber çi hatiye binçavkirin. Keleç birin Midûriyeta Polîsan a Tatosê.

DERSÎM

Li navenda Dersîmê, 13 kesên hatibûn binavkirin duh êverê derxistin dozgeriyê. Volkan Çîçek li dozgeriyê hat berdan. Başak Baydar, Beren Ataci, Alî Ekber Kaya, Huseyîn dagdevîren, Huseyîn Mavî, Hakan KAvut, Hasan Huseyîn Akyuz, Alî Haydar Eren, Huseyîn Argal, Îlkay Cem Işik, Sînan Saritaş, Hasan Yildiz bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 12 kes bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha Xarpêtê.

SEROKA GIŞTÎ YA ESP'Ê HAT BINÇAKIRIN

Li aliyê din di operasyona duh de, ku ji Dersîmê hat birêvebirin, gelek kes hatibûn binçavkirin, ku Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû jî di nav de heye. Endamên ESP'ê yên hatin binçavkirin anîn Dersîmê.