Li Swîsreyê wê ji bo girtiyan çalakî bên lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan wê çalakiyan lidar bixin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan wê çalakiyan lidar bixin.
DEM-KURD û Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin, pêkanînên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê di serdema desthilatdariya AKP'ê de tên kirin, ne kêmî dema Esat Oktay Yildiran a 12'ê Îlonê ye.
Di daxuyaniyê de ht ragihandin, ji bo dînamîkên demokratîk ên gelê Kurd û Tirkiyeyê ji holê werin rakirin, di mehên dawî de hovîtiyeke gelekî giran li zindanan tê kirin û hat gotin, "Bi taybetî di vê pêvajoya referandûmê de zextên li zindanan hatine zêdekirin. Polîtîkaya teslîmgirtinê bi rengekî topyekûn tê meşandin."
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, grevên birçîbûnê yên li dijî van pêkanînên faşîst dest pê kirin, bi taybetî ya li Girtîgeha Şakranê gihîştiye ber sînorê mirinê û hat gotin, "Berxwedana li girtîgehan, mîna duh îro jî berxwedana parastina rûmeta me û nirxên me yên têkoşînê ne. Weke DEM-KURD û Tevgera Jinên Kurd em bang li gelê xwe, şoreşger û saziyên demokratîk dikin ku xwedî li vê berxwedanê derkevin û li qada navneteweyî bala raya giştî bikişînin ser vê berxwedanê."
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên bi vê armancê li Swîsreyê werin lidarxistin ev in:
Daxuyaniya çapemeniyê
Dem: 6'ê Nîsanê, Pêncşem
Cih: Marktplatz/ St. Gallen
Saet: 15:00
Mîtîn û çalakiya kon
Dem: 6'ê Nîsanê, Pêncşem
Cih: Pêşiya Manor/Frîboûrg
Saet: 18:00
Daxuyaniya çapemeniyê û mîtîng
Dem: 6'ê Nîsanê, Pêncşem
Cih: Pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî / Cenevre
Saet: 16:00
Daxuyaniya çapemeniyê
Dem: 7'ê Nîsanê, În
Cih: Place St. Loran / Lozan
Saet: 18:00
Mîtîng
Dem: 7'ê Nîsanê, În
Cih: Dreirosenpark/ Basel
Saet: 18:00