Erdogan û Barzanî wê di heman wextê de li DYA bin!

Serokkomarê Tirk Erdogan û Berpirsyarê Îstîxbarata PDK'ê Mesrûr Barzanî wê di heman wextê de biçin serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA).

Tê payîn Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di 16'ê Gulanê de serdana DYA bike. Kurê Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û Berpirsyarê Îstîxbarata PDK'ê Mesrûr Barzanî jî wê di heman wextê de li DYA be.

Hat ragihandin, Barzanî wê beşdarî bernameya saziyeke ramangeriya rastgir a bi navê Herîtage Foûndatîone bibe. Her wiha li ser operasyona Mûsilê û rewşa Başûrê Kurdistanê wê bi rayedarên DYA'yî re hin hevdîtinan bike.

Di rojeva Erdogan de, wê danûstandinên ji bo dijberiya li Kurdan û Rojava hebe. Beriya serdana Erdogan, Serokê DYA Donald Trûmp mohra xwe danîbû binê biryarnameya ji bo dayîna çekên giran a ji Hêzên Sûriyeyê Demokratîk re. Vê yekê rayedarên dewleta Tirk aciz kiribû.

Nayê zanîn bê Erdogan û Barzanî li DYA li hev rûnên ya na. Lê balkêş e ku her du jî di heman demê de wê li DYA bin.