Ocalan namzetê Xelata Aştiyê ya Sydneyê ye

Yek ji oldarên girambar ê Awûstralyayê Bîll Crews, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Xelata Aştiye ya Sydneyê namzet nîşan da.

Weqfa Aştiyê ya Sydneyê, ji bo lêgerîna li edalet û aştiyê xurt bike, ji sala 1998'an û vir ve her sal vê xelatê dide.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku 18 sal in li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye, ji bo Xelata Aştiyê ya Sydneyê namzet hate nîşandan.

Oldarê girambar ê Awûstralyayê Bîll Crews diyar kir, ku Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Sydneyê namzet nîşan daye. Crews got, "Ji bo min cihê rûmet û serbilindiyê ye ku Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Sydneyê namzet nîşan didim." Crews nerazîbûn nîşanî girtina Ocalan da û xwest, were berdan. Li gorî nûçeya Tasmanîan Tîmesê; Crews, Ocalan dişibîne lîderê azadiyê yê Afrîka Başûr Nelson Mandela û dibêje: "Piştî ku Mandela di sala 1990'î de hate berdan, rejîma Apartheîdê bi rêyên aştiyane qedand. Bû Serokkomarê Afrîka Başûr û li gelemperiya cîhanê veguherî şampiyonê mafên mirovan."

ÇIMA OCALAN?

Damezrînerê Weqfa Exodûsê Bîll Crews di wê baweriyê de ye ku mafê her kesî ye bi nasname, ziman û mîrateya xwe ya çandî şa bibe. Crews di nameya xwe ya ji bo namzetiyê de got, "Birêz Ocalan, piştî darbeya leşkerî ya sala 1980'ê, di demekê de ku her tiştên bi navê Kurdîtiyê qedexe bû dest bi têkoşînê kir. Ji bo Kurd karibin bi rengekî azad bi zimanê xwe yê dayikê baxivin, bixwînin û li stranên Kurdî guhdarî bike têkoşiya."

Crews destnîşan kir, berdana Ocalan bi kêrî tevahiya Tirkiyeyê tê û wiha dewam kir: "Ocalan wê xizmetê ji hemû welatiyên Tirkiyeyê re bike, hikumeta Tirk û welatiyên kurd li hev bîne. Li çar aliyên cîhanê wê hezkirina ji mirovahiyê xurt bike. Nifşên mirovan wê karibin nasname û mîrateya xwe ya çandî di siberojê de jî bidomînin."

EV 10 SAL IN BI PENABERÊN KURD RE YE

Oldarê navdar ê Awûstralyayî Bîll Crews li Zanîngeha Galler a Başûr a Nû ya li Awûstralyayê di endezyariya elektrîkê de perwerde dît. Piştî sala 1971'ê, ji bo xizmetê ji mirovên hewcedar re bike, dest ji pîşeyê xwe berda. Weqfa Exodûs, ku Crews damezrîner û serokê wê ye, her roj alîkariya xwarinê ji 400 mirovî re peyda dike. Bîll Crews zêdeyî deh sal in alîkariyê dide penaberên Kurd.

KÊ EV XELAT GIRTINE?

Weqfa Aştiyê ya Sydneyê, ji sala 1998'an û vir ve ji bo xurtirkirina xebatên aştî û edaletê di bin navê Xelata Aştiyê ya Sydneyê de her sal xelatê dide. Namzetên sala 2017'an ên ji bo xelatê wê di demeke kurt de di navnîşana "sydneypeacefoundation.org.au" de ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Serokê Komîsyona Lihevhatin û Rastiyê ya Afrîka Başûr Serpîskopos Demond Tûtû ku di heman demê de xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê ye, di sala 1999'an de hêjayî vê xelatê hatibû dîtin. Ramangerê navdar û parêzvanê mafên mirovan Noam Chomsky jî di sala 2011'an de hêjayî xelatê hate dîtin. Xelata Aştiyê ya Sydneyê di sala 2016'an de radestî Naomî Kleîn hate kirin.