Bi rêbaza ART wê emrê nexweşên HÎV'ê bê dirêjkirin
Di têkoşîna dijî vîrûsa HÎV'ê de, ku ev vîrûs rê li ber nexweşiya AÎDS'ê vedike û zêdeyî 34 mîlyon kes bi vê vîrûsê ne, bi rêya tedawiyê wê emrê nexweşan karibe bê dirêjkirin.
Di têkoşîna dijî vîrûsa HÎV'ê de, ku ev vîrûs rê li ber nexweşiya AÎDS'ê vedike û zêdeyî 34 mîlyon kes bi vê vîrûsê ne, bi rêya tedawiyê wê emrê nexweşan karibe bê dirêjkirin.
Li gorî nûçeya di kovara The Lancet HIV de hate weşandin, berevajî tedawiya ku ji salên 1990'î û vir ve li Ewropa û Bakurê Amerîkayê tê kirin, tedawiya terapiyên antîretrovîal (ART) wê emrê nexweşan di asteke bilind de dirêj bike.
Li gorî vê yekê, nexweşekî bi vîrûsa HÎV wê 2 salî, eger di sala 2008'an de dest bi vê tedawiye kiribe, bendewariya ji bo dirêjkirina emrê wî wê di ser ji sedî 70 re be. Li gorî lêkolîna ku daneyên zêdeyî 88 hezar nexweşên HÎV'ê yên li 18 welatên Ewropa û Bakurê Amerîkayê hatin lêkolînkirin, emrê jinan wê bigihêje heta 78 û yê mêran jî bigihêje 73'an.
Di nûçeya The Lancet HIV de hat ragihandin, bi saya tedawiya ART wê emrê van nexweşan bi 10 salan bê dirêjkirin.
Terapiya ART ku bi tevlîhevkirina sê dermanên cuda tê kirin, ji ber ku dermanên tên dayîn xwedî bandoreke kêm a neyînî ne, li pêşiya belavbûna vîrûsa HÎV'ê li nava beden, digirin. Lê belê ji bo ev tedawî serketî be, nexweş neçar in zû dest bi tedawiyê bikin.
Herî dawî, di encama karekî zanyarên Amerîkî de, rêbezeke ku antîkorên di beden de li dijî HÎV'ê şer dike bi sîstema parastina beden ve girê didin û bi vî rengî hucreyan li dijî HÎV'ê hê bêhtir dike bexwedêr, hatibû peydakirin. Di vê lêkolînê de derketibû holê, ku hucreyên li dijî vîrûsa HÎV'ê li ber xwe didin, li şûna hucreyên nexweş bi cih dibin û bi vî rengî nexweş dikare tedawî bibe.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), zêdeyî 34 mîlyon mirov bi vîrûsa HÎV'ê ne. Haya 14 mîlyon kesî jî jê nîne ku bi vîrûsê ne.