TKP/ML TÎKKO: Bayraktaroglû giyanê serhildêr ê Geziyê ye
Fermandariya Rojava ya TKP/ML TÎKKO, ji bo serfermandarê DKP û BOG’ê Ûlaş Bayraktaroglû ku di Pêngava Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da.
Fermandariya Rojava ya TKP/ML TÎKKO, ji bo serfermandarê DKP û BOG’ê Ûlaş Bayraktaroglû ku di Pêngava Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da.
Partiya Komunarên Şoreşger / Hêzên Azadiyê yên Yebkûyî (BOG) bi daxuyaniya 9’ê Gulanê diyar kiribû ku Ûlaş Bayraktaroglû li Reqayê jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Rojava ya TKP/ML TÎKKO ji bo Bayraktaroglû diyar kir, ew ê bêrî û azweriya şoreşê ya Bayraktaroglû teqez bi cih bînin û got, Bayraktaroglû "giyanê serhildêr ê Geziyê ye."
Bayraktaroglû Gulana 2013’an di dema tevgera Geziyê de hatibû girtin û piştî demekê di girtîgehê de mayî serbest hatibû berdan.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Fermandarbûn, pêşengbûn çi hewce kiribe wî ew kir. Pêşengekî wiha rastîn bû, cihê ew neçûya cihekî şervanê xwe jî nedişand, li her deverê beriya şervanên xwe diçû. Hevrê Ûlaş bi gotinên wî 'dema ku ne li ti deverê ye li her deverê ye', her dema xwe bi mebesta ku hesap ji dijmin bistîne derbas dikir. Kêliyekê jî fikra şoreşê, şer ji serê xwe dernedixist, fermandarekî wiha rasteqîn bû ku li serketinê asê bûbû."
Fermandariyê ragihand, di nav windahiyên mezin de serketinên mezin jî hene û wiha dewam kir: "Em ê hêrsa faşîzmê ya Serfermandarê DKP û BOG’ê Ûlaş Bayraktaroglû li xwe bipêçin û bi rêyan bikevin. Em ê bêrî û azweriya wî ya li serketinê ku qet xilas nabe teqez bi cih bînin."