Nûnerên TV Kurd, bi Sendîkaya Rojvanevanên Belçîkî re civiyan

Di derbarê biryara girtina weşana Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel a ji aliyê Peyka Kargeha Eûtelsatê ve heyeta ku ji nûnerên her 3 kenalan pêk dihat, bi midûrê Sendîkaya Rojnamevanên Belçîkî re civînek pêk anîn.

Dîrektorê Sendîkaya Rojnamevanên Belçîka Pol Del Toûr ê ku beşdarî civînê bû, anî ziman ku ew ê vê mijarê têxin rojeva xwe û li kongreya rojnamevanan a Ewropayê jî bînin ziman.

Li ser navê Stêrk Tv Gulîstan Çiya Îke, ji Ronahî Tv Bunyad Cizîrî, ji News Channel Evrîm Dengîz di heyetê de cihê xwe girtin. Serdana Sendîkaya Rojnamevanên Belçîkayê kirin, têkildarî biryar girtina her 3 kenalan a ji aliyê Eûtelsatê ve û xebatên wê agahî dan.

Dîrektorê giştî yê Sendîkayê Pol Del Tour şande pêşwazî kir. Şandeyê destpêkê li ser zextên li dijî televizyonan dîrektorê sendîkayê agahdar kir, piştre jî yek bi yek li ser xebatên televîzyonan agahî hatin dayîn.

Nûnerên her sê televîzyonan diyar kirin ku li pişt êrîşa li dijî televizyonên wan hevkariya Eûtelsat û dewleta Tirk a siyasî heye.

Lewma jî daxwaz hat kirin ku sendîkaya rojnamevanan a Belçîkayê di mijara êrîşên li ser medyayê de bibe xwedî helwest.

Dîrektorê Sendîkayê anî ziman ku ew zextên li dijî çapemeniyê yên li Tirkiyê pêk tên dişopînin û got ew ê vê mijarê têxin rojeva xwe.

Hefteya pêş wê kongreya yekîtiya rojnamevanan a Ewropayê paytexta Romanya Bukreşê pêk were, sendîkaya Belçîkayê vê mijarê bixe rojeva kongreyê.

Her wiha wê ji Eûtelsatê rewş were pirsîn.

Dîrektor got, ew piştgiriya televîzyonên Kurd dikin û çi pêwîst be ew jê re amade ne.