Elmanya lîsteya sûîqestê ya MÎT'ê vedişêre

MÎT'ê di meha Adarê de lîsteyek radestî musteşara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê Emîly Haber kir. Tevî ku 2 meh di ser vê yekê re derbas bûye, Elmanya vê lîstiyê eşkere nake.

Tê gotin, di vê lîsteya navborî de zêdeyî 100 nav hene, ku navê Kurd û çepgirên Tirk ên li Elmanyayê dijîn, hene.

Musteşarê MÎT'ê Fîdan, di meha Sibatê de lîste da Serokê BND'ê Kahl û jê re got, 'Der barê van kesan de em daxwaza hevkariyê dikin'. Di lîsteya destpêkê de endamên civata Gulen hebû. Di demeke kurt de ev lîste deşîfre bû û kesên nêzî civata Gulen ên navên wan di lîsteyê de hebûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Elman ve hatibûn hişyarikrin.

Musteşara Wezareta Karên Hundir a Elman Emîly Haber, di hefteya destpêkê ya meha Adarê de çûbû Enqereyê û li vê derê bi rayedarên hikumeta Tirk re rûniştibû. Haber ku di nava heyeta Serokwezîra Elman Angela Merkel a meha Sibatê çû Tirkiyeyê de cih girt, balkêş bû ku cara duyemîn çû serdanê.

Rojnameya Dîe Zeît a bi rengekî heftane li Elmanyayê tê weşandin, di hejmara xwe ya 6'ê Nîsana 2017'an de nivısan ku MÎT'ê lîsteyeke din radestî Emîly Haber kiriye. Rojname vê agahiyê dispêre çavkaniyên ewlekariyê yên Elman. Rojnameyê ragihand, Haber ev lîsteya ji navê kesên li Elmanyayê ji aliyê MÎT'ê ve tên şopandin, piştî vegeriya Berlînê radestî Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) û Rêxisitna Parastina Destûra Bingehîn, ku saziyê îstîxbarata navxweyî ye, kiribû.

HIKUMET: DI NAVA HER DU LÎSTEYAN DE KURD HENE

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên pê bawer ên nêzî meclîsa federal standiye, lîsteya duyemîn a MÎT'ê ya ji musteşar Haber re hate dayîn, di 26'ê Nîsana 2017'an de li Komîsyona Karên Hundir a Meclîsa Federal kete rojevê. Wekîlên endamê komîsyonê bi israr ev pirs kiirn: 'Di vê lîsteyê de kî hene?'. Hat ragihandin, rayedarên hikûmetê jî diya rkirine, ku Kurdên li Elmanyayê dijîn di lîsteyê de hene.

Di vê lîsteyê de ku navê zêdeyî 100 kesî heye, tê gotin Îstîxabara Tirk MÎT'ê bi rengekî rêk û pêk aktîvîst û siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê şopandiye û agahiyên berfireh der barê wan de berhev kiriye. Di lîsteyê de her wiha hin kesên ku MÎT wan weke endam û sempatîzanên DHKP-C û TKPM-L bi nav dike, hene.

Hikumeta federal helw da gagahiyên berfireh ên di lîsteyê de cih digirin, ji endamên komîsyonê veşêre. Tê gotin, ji be rku lîste ne li dijî alîgirên Gulen, lê belê li hemberî aktîvîstên Kurd hatiye amadekirin, hikumet helwesteke wiha nîşan dide. Balkêş e, tevî ku 2 meh di ser re derbas bûye jî, hêzên ewlekariyê yên Elman ev lîste ji raya giştî re eşkere nekirine û navê kesên di lîsteyê de cih digirin, hişyar nekirine.

ELMANYAYÊ ENDAMÊN CIVATA GULEN PÊ HESANDIBÛ

Berevajî helwesta li ser vê lîsteyê, lîsteya yekemîn a ku di meh Sibatê de di dema konferansa Munchcenê de Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan radestî Serokê Servîsa Agahîgirtinê ya Federal (BND) Brûno Kahl kir, yekser deşîfre bû.

Ev dosya bi sernavê 'FETO-PDY (Rêxistinbûna Dewletê ya Paralel) a li Komara Elmanya ya Demokratîk', ji aliyê Kahl ve radestî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn hatibû kirin. Di nava vê dosyayê de ku MÎT'ê daxwaza hevkariya li dijî van dikir, zêdeyî 300 nav hebûn.

Polîsên Elman yek bi yek bang li van kesên ku nêzî civata Gulen tên naskirin, kirin û ev hişyarî dan wan: "Ewlekariya jiyana we di rewşeke xetere de ye. Bi ti awayî neçin Tirkiyeyê û Konsolosxaneyê Tirk."

LÎSTEYÊN MÎT'Ê BI TOREKE BERFIREH A ÎSTîXBARATÊ TÊN AMADEKIRIN

Mîna lîsteya yekemîn a radestî BND hate kirin, lîsteya duyemîn a ku radestî musteşara Wezareta Karên Hundir Emîly Haber hate kirin, bi toreke berfireh a îstîxbaratê ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatiye amadekirin.

Der barê kesên navê wan di lîsteyê de hene, ji bilî navnîşan û nûmarayên wan ên telefonê, agahiyên taybet ên li ser jiyana taybet a wan, cih digirin.

Di Mijdara bihurî de derketibû holê ku li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç ji aliyê MÎT'ê ve plana sûîqestê hatiye kirin. Di çarçoveya vê planê de ajanê MÎT'ê Mehmet Fatîh Sayan di 15'ê Kanûna 2016'an de li Hambûrgê hate binçavkirin.